Li gorî Kovara Timeê: “10 Fîlmên Herî Serketî yên Sala 2022yê”

Di sala 2022’yan jî ji aliyê sekrota sînemayê ve salek bi berhembû. Piştî pandemiyê sînema careke din vegeriya ser hemdê xwe. Ji nav fîlmên ku îsal hatine kişandin edîtorên kovara Timeê lîsteyeke amade kir.

Li gor wan fîlmên îsal derketine pêş xistine nava lîsteyê. Di rêza yekemîn de jî fîlmê derhêner Steven Spielberg “The Fabelmans” bi cih kirine.

Zarokatiya derhêner Spielberg li Arîzonayê derbas bûye. Wî di vî fîlmê xwe “The Fabelmans” de berê xwe daye otobiyografyaya xwe ku ev 50 sal in li ser dixebite û pêre çûye dema zarokatiyê. Michelle Williams û Paul Dano ser lîstikvan in.

Di lîsteyê de fîlmê Baz Luhrmann ê bi navê “Elvis” di rêza çaremîn de cih girtiye. Luhrmann li ser jiyana stranbêj Elvis Presley fîlmê xwe saz kiriye. Fîlmê “Tar” li ser jiyana şefa orkestrayê Lydia Tar hatiye kişandin. Fîlmê ku ji aliyê Todd Field ve hatiye kişandin, lîstikvana navdar Cate Blanchett rola Tar dilîze.

Va ne 10 fîlmên pêşî ji lîsteya Timeê:

1- The Fabelmans

2- Aftersun

3- Armageddon Time

4- Elvis

5- Happening

6- Tar

7- EO

8- Il Buco

9- The Inspection

10- All the Beauty and the Bloodshed

Çavkanî: Diyarname

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: