Li gorî Quentin Tarantino: Fîlmê Herî Serketî yê salên 2010an, “Dunkirk”

Derhênerê navdar cîhanê Quentin Tarantino beşdarî bernameyeke televîzyona The Ringerê bû û diyar kir ku, “Li gorî min fîlmê herî serketî yê salên 2010an “Dunkirk” (2017) e”.

Derhênerê Quentin Tarantino beşdarî li televîzyona The Ringer’ê bû û di bernameya Rewatchables Podcast de axaft û eşkere kir ku li gorî derhêner, fîlmê herî serketî yê salên 2010an “Dunkirk” (Der: Christopher Nolan) e û got, “Ez fîlmê ‘Dunkirk’ sê caran temaşe kirime.” Fîlmê “Dunkirk” di salên 1940an diqewime û qala pêvajoya Şerê Cîhanê yê Duyemîn dike.

Quentin Tarantino herî dawî fîlmê xwe yê “Once Upon A Time In Hollywood” (2019) kişand û di bernameya gelek festîvalên fîlman de xelat girtin. Quentin Tarantino li seranserî cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “The Hateful Eight”, “Pulp Fiction”, “Kill Bill”, “Inglourious Basterds”, “Reservoir Dogs” ve tê naskirin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir