Nîşandanên “Sînemaya Di Bin Stêrkan De” di navbera 3yê Tîrmehê û 30ê Gelawêjê de li navenda Sinematek/Mala Sînemayê ya Kadikoya Stenbolê li dar dikeve. Bernameya nîşandanên fîlman her sal ji aliyê Sînematekê ve di çarçoveya Festîvala Havînê ya Kalamişê ya Şaredarîya Kadikoyê de tête li darxistin.

Hat ragihandin, nîşandanên fîlmên “Sînemaya Di Bin Stêrkan De”yê di rojên çarşem û yekşemê de (saet: 21:00) bêne nîşandayîn û gelek fîlmên klasîk û nûjên jî tê de ne bi tevahî 17 fîlm di bernameyê de cih digirin.

Vaye hin fîlmên ku “Sînemaya Di Bin Stêrkan De” cih digirin: “The Circus” (1928), “Some Like It Hot” (1959), “The Wizard of Oz” (1939), “Vertigo” (1958), “Le Notti di Cabiria” (1957), “Selamsız Bandosu” (1988), “Arabesk” (1989), “West Side Story” (2021), “E.T. the Extra-Terrestrial” (1982), “Madres paralelas” (2021), “The Blues Brothers” (1980), “Sen to Chihiro No Kamikakushi” (2001), “Alcarràs” (2022), “Chung Hing sam lam” (1994).

Çavkanî: Altyazı

Ji bo agahî û bernameyê: sinematek.kadikoy.bel.tr

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com