Li Katalonyayê fîlmê “Sisu” bi ser ket

Festîvala Fîlman a Navnateweyî ya Sitgesê îsal cara 55emîn di navbera dîrokên 6-16ê Cotmehê de li dar ket. Li festîvalê, fîlmê Jalmarî Helander ê “Sisu” xelata ‘Fîlmê Herî Serketî” (Xelata Mezin) girt ku qala Şerê Cîhanê yê Duyemîn dike.

Festîvala Fîlman a Sitgehê li Katalonyayê tê lidarxistin ku tê de fîlmê tirsê û fantastîk dikevin pêşbazîyê. Bernameya festîvalê îsal di navbera 6-16ê mehê de derket li pêşberî sînemahezan û fîlmê derhêner Jalmarî Helander ê “Sisu” xelata ‘Fîlmê Herî Serketî” (Xelata Mezin) girt û fîlm di çarçoveya beşa Midnight Madnessê ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê de jî hate nîşandan. Fîlm, di heman demê de di navbera fîlmên bûdçeya herî bilind de ye ku heta niha li Fînlendayê hatiye kişandin. Derhêner Jalmarî Helander bi fîlmê xwe yê “Big Game” re gelek eleqe dît.

Li Festîvala Fîlman a Sitgehê, fîlmê Kim Hong-sun yê “Project Wolf Hunting” Xelata Taybet a Jurîyê, Ti West bi fîlmê xwe yê “The Pearl” re Xelata Derhênerê Herî Serketî girtin. Xelata Senaryoya Herî Serketî jî dan li Quentin Dupieuxî ku bi fîlmên Smoking Causes Coughing û Incredible But True ve tê naskirin.

Çavkanî: Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: