Li Mêrdînê “Atolyeya Senaryoyê” û “Nîşandayîna Belgefîlman”

Derhêner û şanogerê kurd Bîlal Korkût di 6ê Mijdarê de li Mêrdînê atolyeya senaryoyê li dar dixe. Xebata senaryoyê ya bi navê “Bi Bîlal Korkût re Atolyeya Senaryoyê Ji fikrekê ber bi senaryoyê ve” dê li Sîrkhaneyê bê li darxistin.

Sê belgefîlmên derhênerê kurd Alî Ergulî yên “Şeva Xîzê”, “Dîroka Mirina Avê” û “Bisikletlinin Trafikte Yaşam Hakkı” jî dê di 30ê Cotmehê de bi beşdariya derhêner re li Sîrkhaneyê bêne nîşandayîn. Saet: 19.19

Her mehê li Sirkhaneyê bi beşdarîya derhêneran bernameya nîşandayîna fîlman li dar dixin.

Ji bo forma serîlêdana Atolyeya Senaryoyê: 

Destpêk: 17.17

Cih: Sirkhane, Taxa Şehîdîye. No: 12

Ji bo agahî: 

Li Mêrdînê nîşandayîna 3 belgefîlm û berhevoka kurtefîlman

Bîlal Korkût kî ye?

Derhêner, senarîst û şanoger kurd Bîlal Korkût di sala 1987ê de li Nisêbîna Mêrdîn ji dayik bû û di 2009ê de ji beşa Mamostetîya Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Derhêner, di sala 2015ê de Li Zanîngeha Artûklûyê di beşa Kurdolojîyê de lîsansa bilind xelas kir. Bîlal Korkût, bi kurtefîlmên xwe yên; “Ez Tusubasa Me” (2016) û “Li Pey Nanê Xwe” (2017) û “Çi Bikim” (2020) ve tê naskirin û fîlmên wî heta niha li bernameya gelek festîvalên fîlman hatin nîşandan û xelat wergirtin. Korkût, lîstikên şanoyê amadekirin û birêvebirin.*

Bîlal Korkût herî dawî fîlmekî bi navê “Bîraxane” kişand ku ji helbestên şairê navdar ê kurd Arjen Arî Îlhama xwe digire. Senaryoya fîlmê “Bîraxane” jî Bîlal Korkût bi xwe nivîsîye û ji fîlmê nû afîşa yekem hatibû weşandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir