Li Mêrdînê berhevokên kurtefîlman û atolyeya senaryoyê li benda sînemahezan in

Pazar Sînemasi û Komeleya Hunerê ya Li Her Derê ya Sîrkhaneyê her mehê li Pause Sînemayê, li bajarê Mêrdînê nîşandayîna fîlman û xebat-kargehên sînemayê li dar dixin. Bernameya Mijdarê ya Pazar Sînemasiyê diyar bû ku vê mehê 3 berhevokên kurtefîlman û ataloyeya senaryoyê li benda sînemahezan in.

Di meha Mijdarê de; berhevoka kurtefîlmên Îranê, berhevoka kurtefîlman ku ji 3 kurtefîlmên derhênerê kurd Aram Dildarî pêk tên, berhevokeke ji kurtefîlmên Ekrem Heydoyî hatine amadekirin wê derbikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê. Derhêner û şanogerê kurd Bîlal Korkût di 6ê Mijdarê de li li Sîrkhaneya Mêrdînê bi navê “Bi Bîlal Korkût re Atolyeya Senaryoyê Ji fikrekê ber bi senaryoyê ve” atolyeya senaryoyê li dar dixe.

Nîşandayîna fîlman û xebatên sînemayê bi piştgirîya Yekîtiya Ewropayê û Cultur Civicê ve tê lidarxistin.

Bernameya Mijdarê ya Pazar Sînemasi:

“Atolyeya Senaryoyê” / Amadekar: Bîlal Korkût (6ê Mijdarê, Saet: 17.17)

“Berhevoka Kurtefîlmên Îranê” (6ê Mijdarê, Saet: 19.19)

“Berhevoka Kurtefîlmên Aram Dildarî” (Kurtefîlmên “Mûsa”, “Hazirîyek Bo Derengmayînê” û “Navnîşan”. Bi beşdarî derhêner, 13ê Mijdarê, Saet: 19.19)

“Berhevoka Kurtefîlmên Ekrem Heydoyî” (Bi beşdarî derhêner, 20ê Mijdarê û 27ê Mijdarê, Saet: 19.19)

Ji bo agahî:

Sînemeya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: