Li Mêrdînê wê li ser fîlmê “Bîranînên Li Ser Kevirî” şêwr û nîqaş bê li darxistin
Koma Xwendinê ya Vejînê, di dîroka 21’ê meha Mijdarê li Atolye FF li Mêrdînê rêzeke çalakîyên Şêwra Fîlman li dar dixe. Di çalakîya yekem a Şêwra Fîlman de, wê li ser fîlmê “Bîranînên Li Ser Kevirî” şêwr û nîqaş bê li darxistin.
Nîşandan û Şêwra Fîlmê “Bîranînên Li Ser Kevirî” (2014) / Derhêner: Shewket Amîn Korkî û Senaryo: Shewket Amîn Korkî, Mehmet Aktaş. (Fîlmê “Bîranînên Li Ser Kevirî” di çarçoveya bernameyên gelek festîvalên fîlman de hate nîşandan û li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kalkutê de xelata “ASIA PACIFIC” û li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn a Antalyayê xelata Fîlmê Herî Serketî girtin.)
Cih: Atolye FF (Mêrdîna Kevin), Dîrok: 21’ê Meha Mijdarê, Saet: 18:00
Koma Xwendinê ya Vêjînê, Kovara Vêjînê diweşînin û li ser wêje û pirtûkên bi Kurdî rojên şêwr û nîqaşan li dar dixin. Ji aliyê Koma Xwendinê ya Vêjînê ve herî dawî di meha Mijdarê de li ser pirtûka bi navê “Hotêl Europe” ya nivîskar û akademîsyenê navdar ê kurd Ferhad Pîrbalî çalakîya şêwr û xwendinê hate lidarxistin.
Ji bo agahî û têkilî:
https://instagram.com/kovara_vejine
(Hat nû kirin)
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com