Li Mêrdînê nîşandayîna 3 belgefîlm û berhevoka kurtefîlman

Pazar Sînemasi û Komeleya Hunerê ya Li Her Derê ya Sîrkhaneyê her meh li Pause Sînemayê ya Mêrdînê nîşandayîna fîlman û xebat-kargehên sînemayê li dar dixe. Bernameya meha Cotmehê ya Pazar Sînemasiyê hate eşkerekirin ku vê mehê nîşandana 3 belgefîlm û berhevokeke kurtefîlman û kargeheke fîlman jî cih digirin.

Di meha Cotmehê de wê belgefîlmên bi Kurdî yên “Ez Firîyam Tu Mayî Li Cî” (der: Mizgîn Mujde Arslan), “Sidiq û Panter” (Rêber Doskî), “Şeva Xîzê” (der: Alî Ergul), berhevoka kurtefîlman bi beşdarîya derhênerên fîlman bêne nîşandayîn. Kargeheke li ser projeya fon standina fîlman (Amadekar: Canol Balkaya) jî di bernameya vê mehê de cih digire.

Nîşandayîna fîlman û xebatên sînemayê bi piştgirîya Yekîtiya Ewropayê û Cultur Civicê ve tê lidarxistin.

Bernameya Cotmehê ya Pazar Sînemasi:

“Sidiq û Panter” / Derhêner: Rêber Doskî (9ê Cotmehê)

“Pitching, Pêşkêşîya projeyan, Kargeha projeya fon standina fîlman” / Amadekar: Canol Balkaya (14-15ê Cotmehê)

“Berhevoka Kurtefîlman” (Bi beşdarî derhêneran, 16ê Cotmehê)

“Ez Firîyam Tu Mayî Li Cî” / Derhêner: Mizgîn Mujde Arslan (23yê Cotmehê)

“Şeva Xîzê” / Derhêner: Alî Ergul (30ê Cotmehê)

Ji bo agahî:

Sînemeya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir