Li Mersînê bernameya Festîvala Fîlman a Karkeran
14’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Karkeran îsal li gelek bajaran hate li darxistin û bernameya festîvalê li Mersînê didome. Li festîvalê, hunermendê kurd Rewşan Çelîker dê di 14’ê Mijdarê de konserek bide.
Festîvala Fîlman a Karkeran îsal 14’emîn car li gelek bajaran hate li darxistin û nîşandayînên fîlmên bernameya festîvalê di navbera dîrokên 14-17’ê meha Mijdarê li Mersînê didome. Hunermendê kurd Rewşan Çelîker dê li galaya Festîvala Fîlman a Karkeran konserek bide.
Serîlêdanên 15’emîn Festîvala Fîlman a Karkeran jî dest pê kir û derhêner û sînemavanan dikarin fîlmên xwe yên, “Sêwirî, Belgefîlm, Kurtefîlm û Metraj Dirêj” heta 15’ê meha Sibata sala 2020’ê bigehînin/bişînin festîvalê. Ji bo serîlêdana fîlman: filmler.iff.org.tr
Amadekarên festîvalê ji bo amadehiyên bernameya 15’emîn Festîvala Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Karkeran bangî minêkar û sînemahezan kirin û di 16’ê meha Mijdarê de civîneke bêne li darxistin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com