Li Mersînê nîşandana belgefîlmên “Şeva Xîzê” û “Dîroka Mirina Avê”
Belgefîlmên “Şeva Xîzê” û “Dîroka Mirina Avê” di dîroka 7’ê meha Berfanbarê Saet: 19:00an de bi beşdarîya derhêner Alî Ergul, dê li Chat Noir Cafe li Mersînê bêne nîşandan.
Belgefîlmê “Dîroka Mirina Avê” (Suyun Ölüm Tarihi) yê Alî Ergulî di sala 2017’ê de hatiye kişandin, qala Navçeya Heskîf a Êlihê dike û bal dikişîne li ser pêvajoya hilweşandina Bendava Ilisûyê û rengê dîrokê.
Belgefîlmê “Şeva Xîzê” (Kumun Gecesi) ku ji aliyê derhêner Alî Ergul ve di 2018’ê hatibû kişandin, qala jiyan û malbatên Karkerên spîkirin û xîzkirina kotê dike, nexweşiya sîlîkozisê û encamên giran û kujende yên vê nexweşiyê nîşan dide. Belgefîlmê “Şeva Xîzê” herî dawî di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Karkeran li Mersînê hate nîşandan.
Civaknas (sosyolog) û derhêner Alî Ergul di sala 2016’ê de belgefîlmek bi navê “1.5 Metre / Metre” (2016) kişandibû. Belgefîlmên Alî Ergulî, di çarçoveya bernameyên gelek festîvalan de hatin nîşandan.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com