Li Muzeya Perayê “Ceribandinên Vîdyoyê yên Kogonadayî”

Di navbera 16-17ê Tîrmehê de li Muzeya Perayê ceribandinên vîdyoyê yên derhêner û çêkerê fîlman ê Koreya Başûrî Kogonadayî derdikevin li pêşberî temaşevanan. Bernameya ceribandinên vîdyoyan dê bi hevkarîya Başka Sînemayê bêne nîşandayîn û li ser jiyanên derhênerên navdar ên wekî; Yasujiro Ozu, Richard Linklater, Wes Anderson, Andrey Tarkovski, Robert Bresson, Ingmar Bergman, Alfred Hitchcock û Jean-Luc Godardî disekinin.

Derhêner Kogonada bi ceribandinên xwe yên vîdyoyan tê naskirin, yekem metrajdirêj a wî “Columbus” (2017) e û gelek vîdyoyên derhênerê di platformên Criterion û BIFAyê de hatin nîşandayîn. Kogonada bi fîlmê xwe yê nû “After Yang” ve derket li pêşberî sînemahezan.

Bernameya bi navê “Kogonada: Ceribandinên Vîdyoyê” ji 21 vîdyoyên wî pêk tê û dê di 16-17ê Tîrmehê de li Oditoryuma Muzeya Perayê bêpere bêne nîşandayîn.

Çavkanî, ji bo agahî: peramuzesi.org

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir