Li Nar Sanatê nîşandayîna kurtefîlmên “Navnîşan” û “Çerx”
Komeleya Nar Sanatê her mehê li bajarê Dîlokê rojên kurtefîlman li dar dixe û di çarçoveya bernameya meha Îlonê de du kurtefîlmên bi Kurdî dê bêne nîşandayîn. Kurtefîlmê Aram Dildarî yê “Navnîşan” îro û kurtefîlmê Metîn Ewrî yê “Çerx” sibê bi beşdarîya onlineê ya derhênerên fîlman derdikevin li pêşberî temaşevanan. Nîşandayîna her du kurtefîlmê jî dê di 20:00an de destpê bike.
Di meha Tîrmehê de 12 kurtefîlmên bi Kurdî û bi Tirkî yên Atolyeya Hilberîna Vîdyoyan a Kulaktan Kulagayê (Dev Ji Devan Re) li Nar Sanatê hatin nîşandayîn. Hemû kurtefîlmên bernameyê ji alîyê derhênerên jin ve hatine kêşandin. Sala par fîlmê “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” (2004) û 4 fîlmên Îranê, îsal jî di meha Tîrmehê de fîlmên “La HAINE” (1995) û “The KID” (1921) li Komelaya Nar Sanatê derketin li pêşberî sînemahezan.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com