Li Nar Sanatê ya Dîlokê “Rojên Kurtefîlman”

Komeleya Nar Sanatê her mehê li bajarê Dîlokê nîşandayîna fîlman li dar dixe. Nar Sanatê di navbera dîrokên 21-23yê Tîrmehê de 12 kurtefîlmên bi Kurdî û bi Tirkî yên Atolyeya Hilberîna Vîdyoyan a Kulaktan Kulagayê (Dev Ji Devan Re) tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê. Hemû kurtefîlmên bernameyê ji alîyê derhênerên jin ve hatine kêşandin.

Bernameya “Dev Ji Devan Re”:

Roja yekem. 21ê Tîrmehê, În / Portreyan (Destpêka Nîşandayînê: 20.00)

“Bîr Çember Duşun” – Derhêner: Fatma Gunerî

“Pîrê Zekî” – Derhêner: Bêrîvan Bagi

“Mehla Qorê” – Derhêner: Fatma Çelîk

“Uzay, Fehmî ve Şehrîn Sirlari” – Derhêner: Medîha Guzelgun

Roja duyem. 22yê Tîrmehê, Şemî / Hawirnasî (Ekolojî), (Destpêka Nîşandayînê: 20.00)

“Cûdîyê Mîradan” – Derhêner: Semîha Yildiz

“Pêkan e” – Derhêner: Bêrîvan Karatorak

“Aşefçîler, Ruyalar, Otlar” – Derhêner: Zelal Sadak

“Taş ve Su” – Derhêner: Nalîn Acar

Roja sêyem. 23yê Tîrmehê, Yekşem / Kentîn Degîşen Dokusu, (Destpêka Nîşandayînê: 20.00)

“Nusaybin” (Nisêbin) – Derhêner: Rozerîn Tadîk

“Fotoğraf Altı” – Derhêner: Aylîn Kizil

“Li Vir” – Derhêner: Sîbel Oge

“Kapı” – Derhêner: Evîndar Tokur

Hemû nîşandayîna filmân ên rojên kurtefîlman bêpere ne û temaşevan dikarin bêyî rezervasyon temaşe bikin.

Fîlmê derhêner Mathieu Kassovitzî yê “La HAINE” (1995) di 7ê Tîrmehê de û fîlmê derhêner-lîstikvanê navdar ê dîroka sînemayê Charlie Chaplinî yê “The KID” (1921) di 14ê mehê de li Komelaya Nar Sanatê hatin nîşandayîn.

Sînemaya Serbixwe – www.sinamayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir