Li platforma Netflixê “10 fîlmên resen ên herî zêde hatine temaşekirin”
Platforma dîjîtal a Netflixê “10 fîlmên xwe yên resen ên herî zêde hatine temaşekirin” eşkere kirin û di nava lîsteyê de fîlmê “Extraction” bû yekemîn.
Yek ji platformên dîjîtal ên herî serketî yên cîhanê Netflixê “10 fîlmên xwe yên resen ên ku heta niha herî zêde hatine temaşekirin” û “çend kesan van fîlman temaşe kirine” eşkerekirin û di lîsteyê de fîlmê “Extraction” di rêza yekem de cih digire.
Li gorî nûçeya malpera sînemayê ya Filmloverssê, platforma dîjîtal a Netflixê “10 fîlmên xwe yên resen ên ku heta niha herî zêde hatine temaşekirin” û “çend kesan van fîlman temaşe kirine” eşkerekirin. Ji bo hemû fîlmên ku herî zêde hatine temaşekirinê, hejmarên temaşevanên çar hefteyan hatin hesibandin.
Li platforma Netflixê “10 fîlmên xwe yên resen ên herî zêde hatine temaşekirin”:
- Extraction (2020) – 99 milyon
- Bird Box (2018) – 89 milyon
- Spenser Confidential (2020) – 85 milyon
- 6 Underground (2019) – 83 milyon
- Murder Mystery (2019) – 73 milyon
- The Irishman (2019) – 64 milyon
- Triple Frontier (2019) – 63 milyon
- The Wrong Missy (2020) – 59 milyon
- The Platform (2019) – 56 milyon
- The Perfect Date (2019) – 48 milyon
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com