Li Ser Dîroka Mirina Avê: Ma Gelo Av Jî Dimire?

Hin nav hene dema meriv wan navan seh dike meriv şaş û matilmayî dimîne; di cihê xwe de disekine û merivan difikirîne.

Heta niha navê du berheman ez heyranî xwe kirime û demeke dirêj li ser wan navan fikirîme yek ji wan berheman novela Helîm Yûsîvî ya bi navê Gava Masî Tî Dibin e û ya din jî belgefîlma Alî Ergulî ya bi navê Dîroka Mirina Avê ye.

Her du berhem jî bi tena navê xwe berhemên qerase ne û bi tena navê xwe jî hêjayî xelatên zêrîn in.

Ev her du berhem ne tenê bi navên xwe bi naveroka jî têr û tije ne û di dawîyê de têsîrek wisa li meriv dikin ku meriv ji xewa xwe ya şêrîn şîyar dibe. Ked û xebatên wan hêja ne.

Alî Ergulî di rewşa awarte de bi zor û zehmetî hîn dîrok nebûyî xwelî û li ber bê neçûyî belgefîlma Heskîfê kişandîye. Yên hîn neçûne Heskîfê bila hîn nebûyî dereng herin û wî cihê bihuştî bi çavên serê xwe bibînin. Yên ku çûyîn ji destên wan nayên û yên çûyîn jî bila Dîroka Mirina Avê temaşe bikin.

Alî Ergulî karê dewletê û tişta ku dewlet dixwaze pêk bîne û bandorê we ya li ser gelê Heskîfê bi awayekî objektîfî daya ber objektîfa xwe. Wekî perçeyên pazilê yek bi yek perçeyan tîne ba hev û di dawîya belgefîlmê de tabloya efsûnî li ber çavan radixîne. Her perçeyek û her dîmeneke belgefîlmê bi tena serê xwe tabloyek efsûnî ye.

Di belgefîlmê de tişta ku bala min kişandî ew bû ku dema mirov bi Tirkî an jî bi Erebî diaxivîyan di binnivîsê de Kurdîya wê dihat dayîn. Di gelek fîlmên derhênerên Kurd de ku qaşo bi xwe Kurd in û fîlmên Kurdî dikşînin, dema ku leheng bi Kurdî diaxivin binnivîsa Tirkî didin lê dema ku leheng bi Tirkî diaxivin binnivîsa Kurdî nadin. Ji ber vê xebata girîng û girîngdayîna zimanê Kurdî ez kek Alî Ergulî ji can û dil pîroz dikim.

Ev belgefîlm bi her awaya xwe Kurdî û Kurdistanî ye.

Hema bêje di bîst û dudu deqîqeyan de kul û derdên Kurdan, meseleya di navbera dewlet û gelî de û kirasê agirîn yê dîroka Kurdan tîne li ber çavên hemû mirovan radixîne.

Mirovên jar û belangaz dixwazin bên tunekirin. Dixwazin wan ji cihên wan bikin û wan li sînorên xerîbîyê bixin. Dixwazin wan sirgûn bikin û wan ji welatên wan dûr bixin ku ne li ser koka xwe li ser kokek bîyanî û bi nasnameyek nû wan bibişivînin.

Dixwazin dîrokê tune bikin. Lê haya wan jê tune ye ku dîrok her tiştî dinivîsîne û dê vê meselê jî binivîse. Dema dewletek welatekî nû zeft dike ya pêşî êrîşî zanyar, nivîs, pirtûkxane û dîroka wan dike. Gava ev yek tune bin wê demê bi destxistina namûs, can û malî rehettir dibe.

Çi Suryanî, çi Ereb, çi Kurd û çi Ermen be mirovên vê axê ji hezar salan zêdetir e ku li ser vê axê jîyana xwe dom kirine. Bavê wan, bapîrên wan û hemû nas û xizmên wan li ser vê axa qedîm jîyane û yên mirî jî di bin vê axa qedîm de hatine veşartin. Piştî ku Heskîf di bin avê de ma ya di bin avê de dimîne tenê ne ax û kevir in. Zaroktîya merivan, dîroka merivan, mirî û xanîyan wan tev di bin avê de dê bimîne. Dema her tişt di binê avê de ma êşên nû wê di dilê mirovan de zîl bidin.

Gava meriv nikaribe rojeke erefê, cejnê an jî sersala mirina jin, zarok, dê û bavên xwe nikaribe here ser gora wan ma merivê çi jîyana xwe fam bike? Hemû dê dibinê avê de bimînin. Bi rehetî merivê nikariba li ser gorên wan dûa bike û dilê xwe rehet bike.

Hebûna me û xebatên me tenê ji bo ku em rojekê xweşîyê ji jîyana xwe bikin û tamekê jê bigrine. Bi kotekî û zehmetî mirov dibin xwedî xanî û hîn nû gezek nanê rehetî li mala xwe dixwin.

Niha jî wan ji cihên wan dikin û dê wan bixin bin deynan de. Gezek nanê wan yê bi tisî û rehet hebû niha çav berdane wî gezê nan jî. Her çiqasî malên wan yên nû ji yên kevin xweştir û nûtirbin jî mala pîrê ji mala mîrî timî xweştirîntir e.

Dewlet ji salê 1950î heta niha dixwest ku li ser cemê Dîclê SEHê (Santrala Elektrîk ya Hîdrolîk) çê bike. Her çiqasî ji mirovan re enerjî pêwist be jî meriv dikare ji tiştên din jî enerjîyê çê bike wekî mîna ba û tavê. Panelên tavê li welatî bê dayîn dê bêhtir enerjî bê komkirin û dê ev enerjî ti zerarê nedê xwezayê û mirovan.

Nivîs: Mela Mihyedîn

(Nivîs cara pêşî di Riya Taza de hate weşandin. Piştre di hejmara duyem a Fanzîna Sînemaya Serbixwe de jî hat weşandin.)

Nîşeya Fanzînê: Civaknas (sosyolog) û derhêner Alî Ergul, belgefîlmên bi navê “1.5 Metre / Metre” (2016) û “Şeva Xîzê” (Kumun Gecesi, 2018) kişandin. Belgefîlmê “Şeva Xîzê” qala jiyan û malbatên Karkerên spîkirin û xîzkirina kotê ve dike û nexweşiya sîlîkozisê û encamên giran û kujende yên vê nexweşiyê nîşan dide. Her du belgefîlmên Alî Ergulî, di çarçoveya bernameya gelek Festîvalên Fîlman ên Neteweyî û Navneteweyî de hate nîşandan û xelat wergirtin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: