Li Ser Geşt û Seyranê Çend Fîlm
Amadekar: Mihyedîn Nahrîn
Sînema di qada jîyanê de û li ser hemû mijaran jîyanê perspektîfên nû nîşanî me dide. Sînema tena serê xwe cîhanek nû ye û ji hertiştî feyde dibîne. Ji wêjeyê bigre heta dîrokê, ji dîrokê bigre heta xwezayê, ji xwezayê bigre heta sîyaset û jîyana rojane hertişt dibe mijarên sînemayê.
Sînema li ser geşt û seyranê xwedî arşîvek dewlemend e. Jîyana bi xwe rê ye. Di vê rê de em terbîye dibin, em fêr dibin û em kamil dibin. Rê û rêwîtî qedera me mirova ye. Min jî xwest ez arşîva xwe ya li ser vê mijara bi we re parve bikim.
Into The Wild
Christopher McCandless piştî zanîngehê nasname, kartên banqeyan û hemû pereyên di berîka xwe de dişewitîne û lê dixe û diçe Alaskayê. Di rê de gelek kesan nas dike û gelek tişt têne serê wî.
Kunye
Derhêner: Sean Penn
Cure: Bîyografî û Dram
Lîstikvan: Emile Hirsch…
Wext: 148 Deqîqe
Sal: 2008
IMDB: 8.1
Before Sunrise, Before Sunset û Before Midnight
Reze fîlmek efsanevî ye. Celine û Jesse di trenek Budapeşt û Vîyanayê de leqayî hev tên. Li ser daxwaza Jesse, Celine bi wî re 14 saetan li bajarê Vîyanayê bi pîyatî derbas dike. Fîlmê duduyan li Parîsê derbas dibe û yên sêyan jî li Yewnanistanê derbas dibe. Her sê fîlm bajar bi bajar li pey şop û şeklên evînê me digerîne.
Kunye
Derhêner: Richard Linklater
Senaryo: Richard Linklater
Cure: Dram û Romantîk
Lîstikvan: Ethan Hawke, Julie Delpy…
Wext: 105 / 80 û 109 Deqîqe
Sal: 1995 / 2004 û 2013
IMDB: 8.1/ 8.0 û 7.9
Roman Holiday
Prenses Ann di gera Avrupayê de berê xwe dide Romayê. Ji ber emrê xwe yê ciwan û xwîna xwe ya germ ji qesrê direve û xwe li kolanên Romayê dide. Şevê li ser banqekê bi dawî dike. Serê sibê mirovek camêr leqayî Annê tê û wê dibe mala xwe.
Kunye
Derhêner: William Wyler
Cure: Dram, Romantîk û Komedî
Senaryo: Dalton Trumbo
Lîstikvan: Audrey Hepburn, Gregory Peck…
Wext: 118 Deqîqe
Sal: 1953
IMDB: 8.0
Diarios de Motocicleta
Fîlm me dibe ciwantîya Che. Di sala 1952an de Ernesto û Alberto ji Buenos Airesê li ser motoreksîkletekî dest bi gera xwe dikin. Di rê de motorê wan xira dibe. Rê bi rê tevlî xwezayê û jîyana rêwîyan dibe. Di rê de leqayî pirsgirêkên civakî, sîyasî û aborî tên. Bi saya vê rêwîtîyê Che derdikeve meydanê.
Kunye
Derhêner: Walter Salles
Cure: Dram û Bîyografî
Lîstikvan: Gael García Bernal, Rodrigo de la Serna…
Wext: 126 Deqîqe
Sal: 2004
IMDB: 7.8
Midnight in Paris
Parîs warê evîndara ye. Du mirov ji ber kar û barên xwe diçin Parîsê û serpêhatîyên wan ji me re warek xeyalî ava dike. Parîs geh insanan ji hev vediqetîne û geh jî evînek xurt di navbera wan de çê dike. Ev fîlm me li kuçeyên evîn û Parîsê digerîne.
Kunye
Derhêner: Woody Allen
Cure: Komedî, Romantik û Fantastîk
Lîstikvan: Owen Wilson, Carla Bruni, Kurt Fuller…
Wext: 94 Deqîqe
Sal: 2011
IMDB: 7.7
Sideways
Miles û Jack xwe ji bajarê California diavêjin der û li cihên çêkirina şeraban û li mahzenên wan digerin. Di vê rêwîtîyê de şerab û jin ji wan re dibin heval. Di derbarê şerabê de hûn dikarin pir tiştan fêr bibin.
Kunye
Derhêner: Alexander Payne
Cure: Dram, Komedî
Senaryo: Alexander Payne
Lîstikvan: Thomas Haden, Paul Giamatti…
Wext: 126 Deqîqe
Sal: 2005
IMDB: 7.5
The Bucket List
Mîlyoner Edward Cole (Jack Nicholson) û hostayê tamîra erebeyan Carter Chambers (Morgan Freeman) di çînên ji hev gelek dûr de dijîyan. Cîhana her duyan ji hev gelekî cuda bû. Rojekê li odeya nexweşxaneyekî li hev rast tên. Nexweşîya her duyan jî pir giran e. Her du extîyar bi hev re biryar didin û ldest bi gera cîhanê dikin.
Kunye
Derhêner: Rob Reiner
Cure: Dram û Komedî
Lîstikvan: Morgan Freeman û Jack Nicholson..
Wext: 97 Deqîqe
Sal: 2008
IMDB: 7.4
The Secret Life of Walter Mitty
Walter ji bo kovara Life karê wênekarîyê dike. Walter mirovekî fantezîhez e û bi awayekî platonîk ji Cherly hez dike lê newêre evîna xwe eşkere bike. Kovara Life biryar dide ku êdî tenê wek dijîtal derkeve û cara dawî her kes ji bo hejmara çapa dawî dixebitin. Di vê kêlîyê de wêneyê qapaxa kovarê wenda dibe. Walter dikeve pey wêneyê wenda.
Kunye
Derhêner: Ben Stiller
Cure: Komedî û Fantastîk
Lîstikvan: Ben Stiller, Kristen Wiig, Sean Penn…
Wext: 114 Deqîqe
Sal: 2014
IMDB: 7.3
Thelma and Louise
Ne Thelma û ne jî Louise ji jîyana xwe qayîlin. Louise garson e û mêrê wê jî yekî cirnexweş e. Louise hevala xwe Thelmayê îkna dike û her du jî ji bo rêwîtîyek nû derdikevin rê. Di vê rêwîtîyê de gelek tişt tên serê wan.
Kunye
Derhêner: Ridley Scott
Cure: Komedî, Romantîk û Dram
Lîstikvan: Brad Pitt, Geena Davis, Susan Sarandon…
Wext: 130 Deqîqe
Sal: 1991
IMDB: 7.5
The Darjeeling Limited
Sê birayên ji hev gelekî bi cihê û ji hev dûr piştî mirina bavên xwe bi hev re dest bi rêwîtîyekê dikin. Li trênê siwar dibin û berê xwe didin Hindistanê.
Kunye
Derhêner: Wes Anderson
Cure: Dram û Komedî
Lîstikvan: Owen Wilson, Adrien Brody, Jason Schwartzman…
Wext: 91 Deqîqe
Sal: 2007
IMDB: 7.2
Wild
Di jîyana Cherylî de tiştek rast derbas nabe û pirsgirêk jîyana wê tarûmar dikin. Ji bo mejîyek pak û dilekî rehet dest bi meşek 1100 mîlî dike. Di rê de leqayî gelek zehmetîyan tê lê bê rawestan dîsa dikeve ser rê.
Kunye
Derhêner: Jean-Marc Vallée
Cure: Dram
Lîstikvan: Reese Witherspoon, Laura Dern, Michiel Huisman…
Wext: 120 Deqîqe
Sal: 2014
IMDB: 7.1
Tracks
Derhêner John Curran dema ji New Yorkê tê Avustralyayê li wê derê leqayî pirtûka Robyn Davidson tê û keyfa wî ji berhemê re pir tê. Vê berhemê nêzî jîyana xwe dibîne û dixwaze ji vê berhemê fîlmek derxîne.
Jinek bi tena serê xwe li çolên Avustralyayê digere. Di vê gerê de jîyan û fikra wê bi temamî diguhere.
Kunye
Derhêner: John Curran
Berhem: Robyn Davidson
Cure: Romantik û Dram
Lîstikvan: Adam Driver, Mia Wasikowska…
Wext: 120 Deqîqe
Sal: 2013
IMDB: 7.2
Seven Years in Tibet
Heinrich Harrer di dema Herba II. Ya Cîhanê lê ji Avusturyayê lê dixe diçe Tîbetê. Hem li Tîbetê digere û hem jî li wir Dalai Lama nas dike. Li wê derê dibîne ku mirov çawa leqayî zulma Çînê dibin.
Kunye
Derhêner: Jean-Jacques Annaud
Senaryo: Heinrich Harrer
Cure: Dram, Dîrok û Bîyografî
Lîstikvan: Brad Pitt, David Thewlis, B. D. Wong…
Wext: 139 Deqîqe
Sal: 1997
IMDB: 7.1
Hector and the Search for Happiness
Hector psîkologekî navdar e û her kes tê ba wî gilî û gazindên xwe jêre eşkere dikin. Hemû nexweşên wî dixwazin dilşad bin. Ew jî meraq dike dilşadbûn û kêfxweşî çi ye û ji bo destxistina vana rêyek heye gelo. Rabe dibe ji bo bersiva van pirsan li cîhanê digere.
Kunye
Derhêner: Peter Chelsom
Cure: Komedî û Romantik
Lîstikvan: Simon Pegg, Rosamund Piker…
Wext: 120 Deqîqe
Sal: 2014
IMDB: 7.0
Salmon Fishing in the Yemen
Fred Jones li ser masîyan mirovekî zanist e. Rojekê ji Şêxekî Yemenê jêre peyamek tê û dixwazin Fred ji wan re masîyên somon li Yemenê xweyî bike. Lê çiqasî Fred li dijî vê yekê be û fikra wî neyînî be jî bi mecburî dikeve nava vî karî.
Kunye
Derhêner: Lasse Hallstrom
Berhem: Paul Torday
Cure: Dram û Romantik
Lîstikvan: Emily Blunt, Ewan McGregor, Amr Waked…
Wext: 112 Deqîqe
Sal: 2011
IMDB: 6.8
Leap Year
Anna çar sal in li bendî teklîfa zewacê ye lê hevalê wê gelekî tiral e. Jeremy ji bo kar diçe Dublînê. Li gorî edatên Îrlandîyan di 29 Sibatê de jin teklîfa zewacê didin mêran. Anna dixwaze teklîfê bide hevalê xwe û li pey wî lê dixe diçe Dublînê.
Kunye
Derhêner: Anand Tucker
Cure: Komedî û Romantik
Lîstikvan: Matthew Goode, Amy Adams, Adam Scott…
Wext: 100 Deqîqe
Sal: 2010
IMDB: 6.5
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com