Li Ser Komedîyê Bi Resûl Bafeyî Re Çend Gotin

Hin kes hene, bi karê xwe rê li ber insana vedikin, wan li ser hin meseleyan didin fikirandin û ji milletê xwe re dibin ronahî. Yek ji wan camêran Resûl Bafeyî ye. Karê komedîyê pir xweş îcra dike û ev kar jî pir li bejna wî tê. Hem milletê xwe bi henekan dikenîne û hem jî wan difikirîne.
Me pirsên xwe ji cenabî wî kir û wî jî bersiv da pirsên me.

Karekî pir serkeftî dike. Gava meriv li vîdeoyên temaşe dike ji kena dimire. Tu dikarî ji me re qala xwe bikî, Resûl Bafeyî kî ye?

Resûl Bafeyî bi eslê xwe Bafeyî ye lê mala wî li Hezexê ye. Henek li cihekî ez qencekî Xwedê me. Yek ji nava gel im, ji nava sikakê me; tu ferqa min û kesî tune ye. Dema vî karî dikim pê kêfxweş dibim lewma vî karî dikim. Ez xwendevan im, li Denîzlî dixwînim. Beşa Hemşîretîyê dixwînim. Ev du sal in karê wêneyê jî dikim, dikarim bêjim nîv wênesaz im. Dixwazim li ser karê şanoyê jî bixebitim.

Evîna karê komedîyê kengî di dilê te de şax veda? Ji kengî ve ye tu vî karî dikî?

Ji zaroktîya min ve ev kar di dilê min de hebû. Di nava malbat û hevalê xwe de min her tim henek dikirin. Gava min henek dikirin keyfa malbat û hevalên min ji wan re dihat û pê dikenîn. Gava ew dikenîyan ez pê kêfxweş dibûm. Piştre min biryar da van henekan bighînim pir kesan û vê hobîyê ji xwe re bikim kar. Ev du sal in ez vî karî dikim. Ji karên henekan pir hez dikim gava vî karî dikim pê kêfxweş dibim. Dixwazim li ser vî karî xwe pêş bixim. Ya herî girîng dixwazim vî karî bi zimanê kurdî bikim û gava vî karî bi zimanê xwe dikim pir pê kêfxweş dibim.

Gava te dest bi kar kir leqayî çi zehmetîyan hatî? Kî di vê rê de ji te re bû alîkar?

Min xwest vî karî bi zimanê xwe bikim. Li xerîbîyê bûm û li derdora min pir kurd nebûn û leqayî gelekî zehmetîyan hatim. Li derdora min kesê ji vî karî fam bike tune bû û min xwe hînî vî karî û karê montajê kir. Di vê rê de hem malbat û hem jî heval ji min re bûne alîkar. Gava min hesabê Twîtterê vekir û kurdînûs naskirin ewan camêran gelekî alîkarî dane min. Spas ji bo hemû kesan.

Gava dibêjin komedî Bavê Teyyar tê bîra min. Navbera te û fîlmên Bavê Teyyar çawa bû?

Navbera min û fîlmên Bavê Teyyar zehf xweş e. Ez bi fîlmê wî mezin bûm û îro jî temaşe dikim. Karê komedîyê berê wisa ne hesan bû. Berê CD hebûn û em diketin rêzê de ji bo temaşekirinê. Gava cîrana fîlm temaşe dikirin CD ji me re tanîn û me fîlmên wî temaşe dikir. Îro jî fîlmên wî bi keyf temaşe dikim û difikirim “Çima yekî wekî Bavê Teyyar ne di Hollywoodê de ye?” ev fikra mine. Bavê Teyyar di komedîyê de serokê me ye. Ez dixwaim xebatên xwe berdewam bike û dixwazim pêre fîlmekî bikşînim; fîlm nebe jî dîtina wî bes e.

Bi te di çanda cîhanê de û di çanda me kurdan de şahên komedîyê kî ne? Kîjan komedyen bêhtir bandor li te kirine?

Di ya cîhanê de nizanim lê di ya kurdî de Bavê Teyyar e. Yên bandor li min kirin ev in: Bavê Teyyar, li Tirkîyê Şaban û Cem Yilmaz e, di cîhanê de jî Jim Carrey e.

Di çanda kurdî de komedî cihekî çawa digre?

Di jîyana kurda de hingî dert, êş û kul hene bi ya min komedî kêm cih digire. Cihê komedîyê hindik e û bê xweyî ye. Dikarim vê bêjim: em kurd dixwazin bikenin lê jîyan nahêle kurd bikenin. Ken li me tê lê nabe nesîbê me.

Komedî dikare rê li ber civakê an jî li ber milletekî veke? Di pêşketina mirovatîyê de komedî karekî çawa digre ser milê xwe?

Dema di komedîyê de rexneyek an jî peyamek hebe ji mirovatîyê re dibe rêyek, rê nîşan dide. Bi mizahî kêmasîyên mirovan derdixe pêş, gel kêmasîyên xwe dibîne lê dikene jî. Ev yek hem mirov pêş dixe û hem jî bandor li ser gel dike. Bi min ev karekî mezin e ji bo komedîyê û komedî vî karî pir xweş digre ser milê xwe.

Charlie Chaplin di fîlmên xwe de pir bandor li millet kir. Her çiqasî fîlmên wî bê gotin bin jî û di ser de wext derbas bû be jî hîn jî bandora fîlmên wî berdewam e. Gelo bi te komedîya bi gotin an komedîya bê gotin bêhtir bi bandor e?

Kesyatên wekî Chaplîn kêm têne ser rûyê dinyayê. Keyfa min pir jêre tê û min gellek fîlmên wî temaşe kirine. Bandora wî pir li ser millet hebû. Komedîya bi deng bêhtir bandor li millet dike. Komedîya bê deng karekî pir zehmet e û komedîyenên jêhatî pir nîn in ku xwe bixin bin vî barî.

Gava meriv li vîdeoyên te temaşe dike meriv dibîne ku çandan kurdî bandorek mezin li berhemên te kiriye. Gava tu pîyesên xwe dinivîsî bêhtir ji çi feyzê digrî?

Ez yekî ji nava gel im ji ber vê yekê çanda kurdî bandorek mezin li min kirîye. Ez feyza xwe ji nava gel distînim, çavkanîya min gel e. Gava di malde bim mejîya min girtîye lê gava derdikevim û dikevim nava gel, ji xwe re digerim hemû tişt ji min re dibin seneryo. Ji xwe min got: ez yekî ji nav gel im. Kesekî ji nava gel be feyza wî û çavkanîya wî gel bi xwe ye. Hezkirna çanda kurdî di dilê min de heye. Ez dixwazim dayîkên kurdan bikenin, hinekî dêhnê xwe didim dayîkan û feyza xwe ji wan digrim.

Vîdeoyên te pir kin in lê pir xweş in. Îhtîmal heye di vîdeoyên dirêjtir de em te bibînin?

Ji bo ez xwendekar im û derfetên min kêm in ez vîdeoyên kin dikşînim lê di pêşerojê de çima fîlmên kin û yên dirêj çênebin. Ti kêmasîya me û kesî ji hev tune ye. Ez vê ji xwe re dikim guhar: “Tu kes di zikê dayîka xwe de fêrî tiştekî nabe”, ev felsefa min e. Çima hunermendek mezin ji nava me kurda dernekeve? Tenê ne ez, dixwazim ji nava kurdan hunermendên mezin derkevin. Bila ji hev feyzê bigrin. Divê em bi xebitin û xwe derxin ronahîyê.

Xebatên te yên pêşerojê çi ne?

Ya rast ji bo pêşerojê pir nefikrîme. Lê dixwazim xwe pêş bixim. Vî karî di vir de nesekinim. Ez dixwazim hem bikenim hem jî bidim kenandin.

Hevpeyivîn: Mela Mihyedîn

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: