Li Ser Pirtûk û Pirtûkfiroşîyê Çend Fîlm
Nivîs-Amadekar: Mela Mihyedîn
Sînema di qada jîyanê de û li ser hemû mijaran jîyanê perspektîfên nû nîşanî me dide. Sînema tena serê xwe cîhanek nû ye û ji hertiştî feyde dibîne. Ji wêjeyê bigre heta dîrokê, ji dîrokê bigre heta xwezayê, ji xwezayê bigre heta sîyaset û jîyana rojane hertişt dibe mijarên sînemayê.
Sînema li ser pirtûk û pirtûkfiroşîyê xwedî arşîvek dewlemend e. Min jî xwest ez arşîva xwe ya li ser vê mijara bi we re parve bikim.
The Bookshop
Florence Green li bajerekî Cittaslow (bajarên piçûk) yê Ingilîzîstanê di xanîyekî kevnare de ji xwe re pirtûkfiroşekê vedike. Jinek gava dixwaze li ser pîyên xwe bisekine leqayî çi zehmetîyan tê? Zehmetîya pirtûkan û pirtûkfiroşîyê çi ye? Gelo nerîna gel ji bo jinên serbixwe çawa ye? Li ser van pirsan fîlm temşevanên xwe dikşîne nava hundirê xwe û wan bi van pirsan mijûl dike.
Kunye
Derhêner: Isabel Coixet
Senaryo: Penelope Fitzgerald
Lîstikvan: Emily Mortimer, Bill Nighy…
Wext: 113 Deqîqe
Sal: 2017
IMDB: 6.5
The Guernsey Literary and Potato Peel Pie Society
Juliet nivîskar azad û bê tirs e. Rojekê ji girava Guernsey nameyek jêre tê. Naveroka nameyê pir bala wê dikşîne û ji bo rastîya nameyê fêr bibe û ji bo berhemek nû binivîse lê dixe diçe Guernseyê. Ev girava piçûk di bin dagirkerîya Almanyayê de ye û di rewşên wiha de fikra azad û wêje herdem di bin talûkeyê de ye.
Kunye
Derhêner: Mike Newell
Senaryo: Mary Ann Shaffer
Lîstikvan: Lily James, Michiel Huisman, Jesica Brown…
Wext: 124 Deqîqe
Sal: 2018
IMDB: 7.4
Fahrenheit 451
Di nava Dîsyopîyan de pirtûkên herî baş pirtûka Geroge Orwell (1984) û ya Ray Bradbury (Fahrenheit 451) e. Ev her du berhem şah-berhemên dîstopîyê tên qebûlkirin. Her çiqasî wexta berhema Ray wek fîlm hate kişandin rexnegiran fîlmê Françoisî li erdê xistin. Civakekê bifikirin pirtûk qedexene û her cureyê nivîsa qedexeye.
Kunye
Derhêner: François Truffaut
Çîrok: Ray Bradbury
Senaryo: Jean-Louis Richard
Lîstikvan: Oskar Werner, Julie Christie, Anton Diffring…
Wext: 112 Deqîqe
Sal: 1968
IMDB: 7.6
The Reader
Piştî şerê II. yê Cîhana li Almanyayê mehkemeya sucên şer tê avakirin. Di vê mehkemê di nava şerî de gunehên çi kesî hebin heçû li ber çavên tê eşkerekirin û sucdar tên cezakirin. Parêzer Micheal di mehkemê de leqayî Hannayê tê. Çîrok û gunehên her du kesan û sucên dewra Hîtler temaşevanên dikşîne hundirê fîlm.
Kunye
Derhêner: Stephen Daldry
Senaryo: David Hare û Bernhard Schlink
Lîstikvan: Kate Winslet, Ralph Fiennes, David Kross…
Wext: 124 Deqîqe
Sal: 2008
IMDB: 7.1
Inkheart
Mortimer û keça wî Meggie xwînerên baş in û ji pirtûkan pir hez dikin. Xwendina pirtûkan ji bo eşqek mezin e. Hem Mortimer û hem Meggie xwedî hêzek dij-xwezayî ye. Gava pirtûkekê bi deng dixwînin mirovê xeyalî yê pirtûkê tê dinê û ji dinê jî mirovekî rastî tevlî pirtûkê dibe. Serpêhetî û çîrokek efsûnî li benda we ye.
Kunye
Derhêner: Iain Softley
Senaryo: David Lindsay-Abaire
Lîstikvan: Brendan Fraser, Sienna Guillory, Elliza Bennet…
Wext: 106 Deqîqe
Sal: 2008
IMDB: 6.1
Secret Window
Mort Rainy nivîskarekî bi nav û deng e. Di demek nêz de dev ji jina xwe berdaye. Ji bo hişê xwe zelal bike û dest bi berhemek nû bike ji bajêr derdikeve. Ji xwe re xanîyekî li ber kêleka golekê eyar dike. Di bê kêlîkê de yekî xerîb derdikeve û îdda dike ku Mort kurteçîroka wî dizîye û li ser navê xwe ew weşandîye. Piştre jî li ser van bûyeran senaryoyek bi kelecan û xof dest pê dike.
Kunye
Derhêner: David Koepp
Senaryo: Stephan King
Lîstikvan: Johnny Depp, John Turturro, Maria Bello…
Wext: 96 Deqîqe
Sal: 2004
IMDB: 6.6
The Ninth Gate
Dean Korso ji bo mirovên dewlemend û koleksîyoneran pirtûkên kevin kom dike. Rojek bi navê Boris Balkan yekî dewlemend û xwedî koleksîyona pirtûkan ji Korso pirtûkek destxetî dixwaze. Du nusxeyên pirtûkê li Avrupayê ne û nusxeya orjînal jî wendaye. Korso ji bo Boris dikeve pey şopa nusxeya orjînal. Ev pirtûk li ser ayînên satnîsta ye û li gorî rûvayetê kesê xwedîyê vê pirtûkê dikare neh derîyên kralîyeta binê erdê veke.
Kunye
Derhêner: Roman Polanski
Senaryo: Arturo Pérez-Reverte û John Brownjohn
Lîstikvan: Johnny Depp, Frank Langella, Lena Olin…
Wext: 133 Deqîqe
Sal: 1999
IMDB: 6.7
You’ve Got Mail
Kathleen Kely li rojavayê New Yorkê xwedî dikanek pirtûkên zarokan e. Joe Fox jî xwedî zencîra pirtûkfiroşa ye û li nêzî dikane Kathleen dikanek pirtûkan vedike. Di navbera herduyan rekabetek komedî çêdibe. Her du jî li ser înternet bi navên sexte hevaltîyê dikin û haya wan ji rastîyê tune ye. Lê ev rastîya veşartî heta hetayê namîne.
Kunye
Derhêner: Nira Ephron
Senaryo: Miklós László
Lîstikvan: Tom Hanks, Meg Ryan…
Wext: 119 Deqîqe
Sal: 1998
IMDB: 6.6
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com