Li ser sînemayê du pirtûkên nû hatin weşandin
Di nav meha Cotmehê de li ser sînemayê du pirtûkên nû, “Devletsiz Bir Ulusun Sineması” (Sînemaya Neteweyekî Bêdewlet) û “Gemideki Hayalet: Türk Sinemasında Kürtlüğün ve Türklüğün Kuruluşu” (Spêleya di Keştî de: Sazkirina Kurdîtî û Tirkatî ya di Sînemaya Tirkî de) hatin weşandin.
Nivîskar û derhêner Soner Sert pirtûkeke bi navê “Devletsiz Bir Ulusun Sineması” (Sînemaya Neteweyekî Bêdewlet) ku qala hebûn û geşedana Sînemaya Kurdî dike, amadekir û lêkolîn ji Weşanên Dipnotê derket.
Pirtûka nû ya Soner Sert qala hebûn û geşedana Sînemaya Kurdî re dike û bi aliyên civakî, siyasî, çandî, aborî ve, berhemên sînemavanên kurd ên ku di erdnîgariyên cuda de dijîn, vedikole û nîqaşeke estetîk dest pê dike. Pirtûk li ser mijarên bêwarî, sînor û mirin, rehendên cuda yên fîlmên Sînemaya Kurdî vedikole.
Soner Sert di pirtûka xwe de pirsa “Tiştê Sînemaya Kurdî Sînemaya Kurdî dike çi ye?” dipirse û bersiva wê pirsê digere û Sînemaya derhênerê navdar ê kurd Yilmaz Guney û bandorên wî yên li ser sînemavanên Kurd rave dike. Nivîskar, di lêkolîna xwe de, bi mînakên fîlmên wekî “Dema Hespên Serxweş” (2000), “Gomgashtei Dar Aragh” (2003), “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” (2005), “Nîvî Heyvê / Niwemang” (2006) yên derhêner Behmen Qubadî, “Votka Lemon” (2003), “Kilometre Zero” (2005), Warê Min ê Îsota Şêrîn” (2013) yên derhêner Hiner Saleem, “Bîranînên Li Ser Kevirî” (2014) yê derhêner Shawkat Amin Korkî, “Fotograf” (2002) yê Kazim Oz’ê û “Gitmek: Benim Adım Marlon ve Brandom” (2008) yê Huseyin Karabey ve, rehendên estetîka hevpar ên fîlmên Sînemaya Kurdî vedikole. Nivîskar di pirtûkê de qala destpêk û geşedana Sînemaya Kurdî dike û fîlmên Kurdî yên di salên 2000’an de li festîvalên fîlman ên neteweyî û navnteweyî de xelatan girtine, vedikole û di rûpelên xwe de ramanên geş dihewîne.
Soner Sert kî ye:
Nivîskar û Derhêner Soner Sert ji beşa Sînema û Televîzyona ya Peymangeha Hunerên Bedew a Zanîngeha Marmarayê mezûn bû û perwerdehiya xwe ya Lîsansa Bilind di beşa Sêwirana Fîlman a Peymangeha Hunerên Bedew a Zanîngeha Dokuz Eylulê xilas kir. Soner Sert, bi kurtefîlmên xwe yên “Köprü” (2012), “Baba” (2014), “Hastabakıcı” (2017) û “Alakarga” (2018) ve tê naskirin û di bernameyên festîvalên fîlman ên neteweyî û navneteweyî de xelat wergirtine û di Kovarên wekî Kitap-lık, Varlık, Yeni-e de çîrokên wî, di Kovar û Rojnameyên wekî Altyazı, Sanat Dünyamız, Birikim, Gazete Duvar, Bianet, Birgün, Artful Living û Cumhuriyetê de nivîs û hevpeyivînên wî hate weşandin. Nivîskar û derhêner Soner Sert, di meha Adara sala 2018’ê de, pirtûkeke bi navê “Yönetmenler İlk Filmini Arıyor” amade kiriye û ji aliyê h20 Kitapê ve hate weşandin û di heman salê de ji Weşanên İthakiyê pirtûka wî “Duvar” derket.
Pirtûka “Gemideki Hayalet: Türk Sinemasında Kürtlüğün ve Türklüğün Kuruluşu” (Spêleya di Keştî de: Sazkirina Kurdîtî û Tirkatî ya di Sînemaya Tirkî de) ku ji aliyê Nivîskar û Akademîsyen Sebahattin Şen ve hatiye amedekirin, ji Weşanên Metisê derket.
Pirtûka “Gemideki Hayalet: Türk Sinemasında Kürtlüğün ve Türklüğün Kuruluşu” ku ji aliyê nivîskar û akademîsyen Sebahattin Şen ve hatiye amadekirin, ji Weşanên Metisê ve hate weşandin. Nivîskar di lêkolîna xwe ya nû de, nimanên Kurd û Tirk ên di Sînemaya Tirk de û têkîliyên serwerî û pêvajoya dîrokî vedikole. Pirtûk ji 9 beşan pêk tê û ji danehevên lîteratûrên rojhilatzanî û kolonyalîzm sûd werdigire. Lêkolîn xwendavenên xwe bi mînakên fîlman ve derdixe rêwîtiyeke dîrokî û têde beşeke bi sernavê “Kürt Sineması: Varoluşun Politikası ve Poetikası” jî hatiye amadekirin. Nivîskar di pirtûka xwe de “Hudutların Kanunu” (1966) yê Ömer Lütfi Akad, “Toprağın Kanı” (1966) yê Atıf Yılmaz, “Derman” (1983) yên Şerif Gören û Zeki Ökten, “Vizontele Tuuba” (2004), “Hakkari’de Bir Mevsim” (1983) yê Yılmaz Erdoğan û “Gelecek Uzun Sürer” (2011) yê Özcan Alper’ê, rave dike.
Sebahattîn Şen kî ye:
Nivîskar û Akademîsyen Sebahattîn Şen di sala 2005’ê de ji Peymangeha Ragihandinê ya Zanîngeha Akdenîz’ê mezûn bû û perwerdehiya xwe ya Lîsansa Bilind di Beşa Sosyolojî ya Zanîngeha Muglayê de xilas kir. Sebahattîn Şen, di sala 2016’ê de di beşa Sosyolojî ya Zaningeha Hunerên Bedew a Mîmar Sînan’ê de dozîneya (doktora) xwe kir û serfirazî nîşan da û gotarên wî kovar û malperên wekî; Cogito, Kültür ve İletişim, Teorik Bakış, Dipnot de hate weşandin û di malpera Gazete Karınca de dinivîse. Nivîskar û akademîsyen di sala 2017’ê de di beşa Peymangeha Hunerên Bedew a Zanîngeha Yüzüncüyıl a Wanê de xebitîbû û ji ber belavoka aşitiyê îmze kir, ji kar hate derxistin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com