Li Silêmanî “Festîvala Kurtefîlman a Aştî û Bihevrejiyanê’ saz dibe
Li bajarê Silêmanî “Festîvala Kurtefilmên Aştî û Bihevrejiyanê” hat ragihandin. Armanc ew e ku bihevrejiyana pêkhateyên Iraq û Herêma Kurdistanhe ye. Festîval di meha rezberê de dê li dar bikeve.
Hikumeta Almanyayhe piştgirî dide vê festîvalê. Roja 28’ê mehê komîteya amadekar ji bo belavkirina agahiyên li ser festîvalê daxuyanî da çapemeniyê. Heta niha 467 kurtefîlm gîştine ber destên amadekarên festîvalê. Ji van, 80 fîlm ji Îranê, 50 fîlm ji Herêma Kurdistan û Iraqê, 48 fîlm ji welatên cuda hatine. Fîlmên din jî ji parçên din ên Kurdistanê hatine şandin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de Rêveberê Rêxistina CDO’yê Bextiyar Ehmed got ku festîval projeyeke mezin e û wê hemû pêkhateyên Iraqê bigire nava xwe.
Festîval ji aliyê Kompanya Mestî Film ve tê birêvebirin. Rêveberê kampanî Fuad Celal jî got, “Piştevaniya vê festîvalê hikûmeta Elmanyayê dike. Bi beşdariya Navenda Mîtzo, cdfj, cdo û undp tê birêvebirin. Ti destwerdaneke hikûmî yan hizbî tê de tune ye.”
Li ser neqandina kurtefîlman jî Celal wisa got, “Filmên ji bo festîvalê hatine şandin, dê ji aliyê komîsyoneke taybet ve werin nirxandin û li gorî wê werin xelatkirin.”
Li aliyê din heta 20’ê meha pêşiya me dema serîlêdanê didome.
Çavkanî: Diyarname
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com