Li Sovyetan 7 fîlmên li ser jiyana Kurdan

Nivîs: Rûmet Med

Li erdnîgariya Yekîtiya Sovyetan gelek netewe û gelan dijiyan, û yekîtî yên xwe bi hevre ava kiribûn. Di jiyana civakî de hemû kes dikaribûn ji dibistana pêşî heta zanîngehê bi zimanê zikmakî perwerdehî bibînin û di her warê jiyanê de xwe bi zimanê xwe îfade dikirin. Jin, zarok, her nasnameyên zayendî, karker, gundî, rêncber û hemû civakê azad bûn, û bêkarî û xizanî tune bû.

Dişibe her tiştî û weke encama rastîna dîyalektikê, Sovyetan jî heta salên bi dawî bûna xwe guherî û veguherî û wekî berê nema, ji ber ku ruha berî nemabû.

Di hemû welat û herêmên Sovyetan de jiyana çandî, hunerî, zanistî û aborî geş bûbû. Her netewe û gel dikaribûn bi zimanê xwe kovar û rojname û pirtûkên xwe derbixin, fîlm û belgefîlman bikişînin û frenkansa radyo û televîzyonan bi zimanên xwe temaşe bikin.

Yekem romanên kurdî (“Şivanê Kurd” yekem romana kurdî ye ku ji aliyê nivîskar û rewşenbîrê kurd Erebê Şemo ve hatiye nivîsîn), li Sovyetan hatin weşandin û rojnameyeke bi navê “Riya Teze” ya kurdî dest bi weşana xwe kir û weşana radyoyê ya kurdî cara yekem li wir li Radyoya Yêrîvanê destpêkir û stran û klamên kurdî li piraniya erdnîgariya kurdan hate guhdarî kirin. Bi heman awayî yekem fîlm-belgefîlmên ku qala jiyana kurdan dikin li Sovyetan hatin kişandin. Li herêma Kurdistana Sor’ê (Navenda wê Laçîn bû) û di erdnigariyên din ên Sovyetan ku kurdan tê de dijîn de; xebatên Kurdolojî, ziman, tenduristî, çand, perwerdehî, rêziman, radyo, huner, zanist, folklor, aborî û di her qadê jiyanê de gelek pêşveçûn.

7 filmên derbarê kurdan de

Di vê lîsteya fîlman de, 7 fîlmên ku li Ermenistan û Azerbaycan ên Yekîtiya Sovyetan li ser jiyana Kurdan hatine kişandin cih digrin.

Fîlmê “Namûs” (66 deqîqe) di sala 1926ê de ji romana nivîskar Alêksandr Şîrvanzadêyî ji aliyê derhênerê ermenî Hamo Bêknazaryanî bo sînemayê hate kişandin û di derbarê çîroka evîndarîya Sêyran û Sûsanê de ye ku li ser û kevnoşopiya civakê disekine. Fîlmekî bêdeng û spî-reş e.

“Zerê” (Zarê, 69 deqîqe). Mijara fîlmê “Zerê” jî li ser jiyana Kurdan e û di sala 1926an de ji romana bi navê “Lazo” ya Hakob Xazaryanî dîsa ji aliyê Hamo Bêknazaryanî ve bo sînemayê hatiye lê anîn. Mijara fîlmê li ser jiyan û kevneşopiyên kurdên Elegezê ye û qala evîndarî û veqetîna Zerê û Seydoyî dike.

Fîlmê “Kurdên Êzîdî” (51 deqîqe) di sala 1932/3an de ji aliyê derhêner A. Martîrosyaneyî ve hatiye kişandin ku li gundekî Kurdan diqewime û behsa damezrandina kolxozê* dike. Senarîstên fîlmê P. Barxûdaryan û G. Balasanyane ne, û fîlmekî spî-reş e û weke bêdeng kişandine.

*Milkê kolektîv

Kurtebelgefîlma “Li Kurdistanê” (12 deqîqe) di 1938ê de li ser herêma “Kurdistana Sor”ê ye û li Azerbaycanê hatiye kişandin. Di belgefîlmê de muzîk, reqs û hunera şanoya kuklayê ya kurdan jî cih digrin.

“Kurdên Ermenistana Sovîyetê” (12 deqîqe) kurtebelgefîlmeke ye ku di sala 1947ê de li ser jiyana kurdan hatiye kişandin. Derhêneriya belgefîlmê Y. Koçaryaneyî kiriye û senaryoya wê jî aliyê Hecîyê Cindî û Y. Koçaryan ve hatiye nivîsandin û ev fîlm jî bêdeng û reş-spî ye

Belgefîlma “Kurdên Ermenistanê” (21 deqîqe) li ser çand û jiyan kurdan e ku ji aliyê C. Jamharyane ve hatiye kişandin û senaryoya wê jî wêjekarê navdar ê kurd Erebê Şemo nivîsandiye.

“Dostê minî qedîmî” (Dostanî, 50 deqîqe) di sala 1988ê de hatiye kişandin û li ser dostanîya kurdan û ermenîyan disekine û qala jiyana kurdan dike. Di fîlmê de derhêner L. Grîgoryane ye û senaryoya wê jî ji aliyê L. Grîgoryan û K. Zakaryan ve hatiye nivîsîn.

Her wiha heta niha li ser jiyana kurdan gelek fîlm hatine kişandin. Belgefîlma bi navê “Grass: A Nation’s Battle For Life” (1925, 71 deqîqe) yên Merian C. Cooper û Ernest Schoedsackî ji aliyê nivîskar û lêkolînerên sînemayê ve yekem fîlm tête qebûl kirin ku li ser jiyana kurdên lekî hatiye kişandin û senaryoya wê jî Richard Carver, Terry Ramsaye bi hevre nivîsandine.

Bi qasî ku em dizanin li Îtalyayê derhêner Guido Bringo di fîlmê xwe yê bi navê “Ivan, Son of the White Evil”ê (1953) de behsa Kurdan dike. Her wiha di sala 1967ê de derhênerê Elmanyayê Franz Josef Gottlieb ji romana wêjekarê navdar Karl Mayî fîlmê bi navê “Durchs Wild Kurdistan” (1965) û dewama vî fîlmê kişandine ku ew fîlman jî qala Kurdan dike. Fîlmên derhêner û senarîstê navdar ê kurd Yilmaz Guneyî yên “Seyithan” (1968), “Endîşe” (1974), “Umut” (1970), “Sürü/Kerî” (1978) û “Rê/Yol” (1982) li ser çand û jiyana Kurdan hatine kişandin û di hin sehneyên van fîlman de dîyalog, stran û kilamên kurdî jî cih digrin û navên karekterên fîlman bi kurdî ne. Fîlmên Yilmaz Guneyî li Festîvalên Fîlman ên Netewî û Navneteweyî xelat wergirtine.

Çend fîlmên din ên ku di nêzîkî 30 salên dawî de li ser çand û jiyana Kurdan li Tirkiyeyê kişandine û ewilî tên bîra mirovan wisa ne; fîlmê “Mem û Zîn” (1991) yê Umît Elçîyî, fîlmê “Siyabend û Xecê” (1993) yê Şahîn Gokî û fîlmê “Işıklar Sönmesin” (1996) yê Reîs Çelîkî qala çîrok û jiyana Kurdan dikin. Di fîlmên “Güneşe Yolculuk” (1999) yê Yeşîm Ustaoglû, “Büyük Adam Küçük Aşk” yê Handan Îpekçî û “Fotoğraf” yê Kazim Ozî bi kurd û bi tirkî hatine kişandin û qala jiyana kurdan dikin.

Yekem fîlmê bi kurdî “Klamek ji bo Beko” ye ku di sala 1992ê de ji aliyê hunermendê kurd Nîzamettîn Arînç ve hatiye kişandin û piştî vê fîlmê di çar parçê Kurdan û dîasporayê ji aliyê gelek derhênerên kurd ên wekî Behmen Qubadî, Hiner Saleem, Mizgîn Müjde Arslan, Kazim Oz, Samira Makmelbaf, Şawkat Amin Korkî, Erol Mintaş, Jano Rosebiani, Hüseyin Karabey, Orhan Eskîkoy, Zeynel Doğan, Jamil Rostami, Karzan Kader ve bi sedan fîlm hatin kişandin û têne kişandin, û fîlmên metraj dirêj, belgefîlm û kurtefîlmên ên sînemaya Kurdî li bernameyên Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên wekî Cannesê, Venedîkê û Berlînê têtin nîşandayîn û xelat werdigirin.

*(Ev nivîs di 6ê meha Çiriya Paşiyê/Mijdara 2020ê de li malpera Bianet Kurdî hate weşandin. Nivîs piştre jî di hejmara çarem a kovara Sînemaya Serbixwe de, di meha Berfanbara 2020ê de hatibû weşandin.)

https://bianet.org/kurdi/huner/233962-li-sovyetan-7-filmen-li-ser-jiyana-kurdan?bia_source=rss

Çavkanî:

“Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm” Rûpel: 5, 6. Amadekar: Mizgin Müzde Arslan. Agora Kitaplığı (Çapa yekem, 2009)

http://avestakurd.net/blog/2012/05/31/li-ermenistana-sovyet-flmn-li-ser-kurdan/

Yeşim Ustaoğlu “Su, Ölüm ve Yolculuk”. Nivîskar: Mizgin Müzde Arslan. Agora Kitaplığı (2010)

“Bütün Filmleriyle Yılmaz Güney”. Nivîskar: Agah Özgüç. Agora Kitaplığı (2005)

https://m.imdb.com/title/tt0015873/

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: