Li Stenbolê “Akademîya Payîzê” dest pê dike
Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî li Stenbolê “Akademîya Payîzê” li dar dixe û derhênerê kurd Yilmaz Ozdîl di çarçoveya bernameyê de li ser sînema û nasnameyê, bi navê “Di Sînemaya Kurdî de Avakirina Nasname” dê semînereke bide.
Li gorî nûçeya ku Bianet Kurdî de cih digire, Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî li li Beyogluya Stenbolê di navbera dîrokên 9’ê Sermawezê – 28’ê Berfanbarê de “Akademîya Payîzê” li dar dixe.
Bernameya “Akademîya Payîzê”:
Di daxuyaniya Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî de hat ragihandin ku, di çarçoveya bernameya “Akademîya Payîzê” de wê seminerên li ser mijarên, “Standardîzasyon û Netewe”, “Bawerî û Jinên Helbestvan”, “Arşîvên Farisî û Kurdî”, “Helbest û Netewe”, “Perwerde û Nasname”, “Rola Rexneyê”, “Netewesaziya Kurdan”, “Sînema û Nasname” bêne li darxistin û dê heşt heftî bidome, rojên şemîyê di navbera saet 14.00-17.00an de bibe.
Koordînatora “Akademîya Payîzê” Kubra Sagir e.
Daxuyaniya Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî:
“Bername ji bo xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê vekirî ye û bi 30 kesan bisînor e.
Kesên bixwazin beşdarî bernameyê bibin divê formekêdagirin.
“Ew kesên serîlêdan kirin dê herî dereng 06.11.2019an de bên agahdarkirin.
“Akademî bêpere ye!
“Kesên ku bi rêk û pêk beşdarî hemû hefteyên akademiyê bibin dê ji alîyê Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî ve sertîfîkaya beşdarbûnê werbigirin.”
Formê hûn dikarin bi vê lînkê bibînin.
Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com