Li Stenbolê bernameya fîlmên bêdeng

Li Sînematek / Mala Sînemayê ji bo sînemahezên fîlmên bêdeng, bernameyeke taybet a bi navê “Pêncşema Bêdeng” amadekirine ku di 27ê Cotmehê destpê dike. Di bernameya “Pêncşema Bêdeng” de berhevokeke ku ji fîlmên Segundo de Chomón û Georges Mélièsî hatine hilbijartin cih digirin.

Nîşandayîna fîlman a “Pêncşema Bêdeng” li Sînematek / Mala Sînemayê ya Şaredarîya Kadikoyê bêne lidarxistin û dê heta 15ê meha Berfanbarê bidome.

Bernameya “Pêncşema Bêdeng” bi hevkarîya Filmoteca de Catalunya û Lobster Films ve hatiye amadekirin ku dê di meha Cotmehê de bi şêwirmendîya kuratora sînemaya bêdeng ya Eye Filmmuseumê Elîf Rongen-Kaynakçı re derbikeve li pêşberî sînemahezan. Fîlmên bêdeng dê ligel muzîkên zindî bêne nîşandan.

Bernameya “Pêncşema Bêdeng”:

Fîlmên Georges Mélièsî:

Dîrokên nîşandayînê: 27ê Cotmehê, Pêncşem, Saet: 20.00 / 24ê Cotmehê, Pêncşem, Saet: 20.00

Fîlmên Segundo de Chomónî 

Dîrokên nîşandayînê: 10ê Mijdarê, Pêncşem, Saet: 20.00 / 15ê Berbanbarê, Pêncşem, Saet: 20.00

Cih: Osmanaga, Kolana Hasirciyê, No: 16, 34714 Kadıkoy/Stenbol

Ji bo agahî û bername: 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir