Li Stenbolê bernameya “Stanley Kubrick”

Derhênerê navdar Stanley Kubrick di sala 1928’an de hat dinê û 1999’an de mir. Wî li dû xwe gelek fîlm hiştin û bi fîlmên xwe di nav sînemaya dinyayê de cihek girîng girt. Meha borî li Îstanbul Sînema Muzesî pêşangehek hat vekirin. Niha vê mehê û meha pêşiya me li ser fîlmên wî du çalakiyên nirxandinî dê li dar bikevin.

Navê “Ligel Mehmet Sindel Çalakiya Xwendina Fîlmên Stanley Kubrick” lê kirine.

Di çalakiyê de li ser sînematografî, jiyan, nêrîna wî ya sînemayê û berhemên wî yê bûne klasîk xwendin, bi gotineke din axaftin bê kirin.

Çalakiya pêşî bi sernavê “Portreya Stanley Kubrick û Sînematografiya Wî” roja 13’ê mehê saet 13.00’an de li Sînemaya Atlas 1948 a li Beyogluya Stenbolê li dar dikeve.

Çalakiya duyem jî 4’ê meha berfanbara 2022’yan bi ser navê “Xwendina Li Ser Fîlmê The Shining” li heman salonê saet 16’an de dê li dar bikeve. Beşdariya her du çalakiyan bê pere ye.

Li aliyê din yên ku bixwazin temaşe bikin pêşangeha li ser Kubrick heta adara 2023’yan li muzeyê vekiriye.

Çavkanî: Diyarname

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir