Li Stenbolê festîvala fîlm û muzîkan
6emîn Festîvala Şeva Havîneke di navbera 29ê Tîrmehê û 14ê meha Gelawêjê de li Beykoz Kundurayê li dar dikeve û bernameya festîvalê jî diyar bû.
Bernameya festîvalê ji fîlm û muzîkan îlhama xwe digire ku îsal di rojên Şeva Havîneke de muzîkên fîlman ên muzîkvanê navdar ê Amerîkayî Henry Mancînîyî cî digirin. Henry Mancînî di jiyana xwe ya hunerê de 4 Xelatên Oscarê û 9 Xelatên Grammyê girtine.
Li festîvalê; 4 fîlmên derhêner, senarîst û lîstikvan Blake Edwadsî ku muzîkên wî ji aliyê Henry Mancînî ve hatine afirandin, cara yekem bi kopîyên dîjîtal ên restorekirî derdikevin li pêşberî hunerhezan. Muzîkvan Mancînî di sala 1994ê de jiyana xwe ji dest dabû.
Di hefteye yekem a bernameya festîvalê de fîlmên; “The Pink Panther” (1963), “A Shot in the Dark” (1964) û di hefteya dawî ya festîvalê de jî fîlmên; “Breakfast at Tiffany’s” (1961) û “The Party” (1968) bêne nîşandayîn.
Ji bo bername û bîlêtên festîvalê: beykozkundura.com
Sînemeya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com