Li Stenbolê ‘Nîşandanên Fîlman ên Servekirî’

ENKA Sanat, di navbera 1-12ê meha Gelawêjê bi hevkarîya Başka Sînemayê li Stenbolê nîşandanên fîlman ên servekirî li dar dixe û gelek fîlmên balkêş ên demên dawî tîne li pêşberî sînemhezan.

Berhevoka fîlman ji 8 fîlman pêk tê û hemû nîşadanên fîlman wê di 21:00an de li Şanoya Servekirî ya ENKAyê destpê bike. Di nava fîlman de; Drive My Car (Harûkî Murakamî, 2021), “Madres paralelas (Pedro Almodóvar, 2021),  “After Yang” (Kogonada, 2021), “Belfast” (Kenneth Branagh, 2021),  ”Bergen” (Mehmet Binay, M. Caner Alper) Zuhal (Nazlı Elif Durlu, 2021) jî cih digirin.

Hin fîlmên bernameya nîşandanên servekirî li gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî yên wekî; Venedîk, Cannes, Sundance, Xelatên Oscarê hatine nîşandayîn û xelat girtine.

Bernameya Nîşandanên Servekirî:

Drive My Car – 1ê Gelawêjê

West Side Story – 2yê Gelawêjê

After Yang – 3yê Gelawêjê

Dune – 5ê Gelawêjê

Bergen – 8ê Gelawêjê

Madres paralelas – 9ê Gelawêjê

Zuhal – 10ê Gelawêjê

Belfast – 12ê Gelawêjê

Ji bo bîlet û agahî: biletix.com û enkasanat.org

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir