Li Stenbolê “Rojên Fîlmên Hebû Qet Tune Bû”

Li Taksîma Stenbolê dê di navbera dîrokên 1-2’yê meha Mijdarê de li Salt Beyoglu, Açik Sînema’yê “Rojên Fîlmên Hebû Qet Tune Bû” bê li darxistin û di bernameya rojên fîlman de îsal hin fîlmên Sînemaya Sovyetê jî cih digirin.

Bernameya “Rojên Fîlmên Hebû Qet Tune Bû” ji aliyê Komeleya Polîtîkayên Çand, Huner û Civakî ya Katadromê ve, bi alîkariya Mosfilm û Dovzhenko Centre ve, li SALT’ê tê li darxistin.

Nîşandayîna fîlman dê du rojan bidome û fîlmên derhênerên wekî Nikita Mikhalov, Karen Shakhnazarov û Kira Muratova, Artur Vojtetskyî ku qala ji dawiya salên 60an heta 80an guherîn û veguherînên polîtîk, civakî û aborî yên Yekîtiya Sovyetê dikin dê bêne nîşandan.

Di çarçoveya bernameya “Rojên Fîlmên Hebû Qet Tune Bû” de dê bi beşdarîya derhêner Semir Aslanyurek li ser Sînemaya Sovyetê hevpeyvîneke bê li darxistin.

Bernameya “Rojên Fîlmên Hebû Qet Tune Bû” / li Salt Beyoglu Açik Sînemayê

1’ê Mijdarê

Saet: 16.00
“Courier” (Kuryer / Kurye) – 1981
Derhêner: Karen Shakhnazarov
Bi Rûsî, Tirkî û Îngîlîzî (Binnivîs)

Saet: 18.30
“The Vanished Empire” (Izcheznuvshaya imperia / Yok Olan İmparatorluk) – 2007
Derhêner: Karen Shakhnazarov
Bi Rûsî, Tirkî û Îngîlîzî (Binnivîs)

2’yê Mijdarê

Saet: 13.00
“The Long Farewell” (Dolgie provody / Uzun Veda) – 1971
Derhêner: Kira Muratova
Bi Rûsî, Tirkî û Îngîlîzî (Binnivîs)

Saet: 15.00

“Out of Boredom” (Skuki Radi / Can Sıkıntısı) – 1968
Derhêner: Artur Vojtetsky
Bi Tirkî û Ukraynayî (Binnivîs)

Saet: 17.00
Hevpeyvîna Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînemaya Sovyetê

Saet: 18.30
“Family Relations” (Rodnya / Aile İlişkileri) – 1981
Derhêner: Nikita Mikhalov
Bi Rûsî, Tirkî û Fransî (Binnivîs)

Ji bo agahî: www.katadromart.com

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d