Li Stenbolê “Rojên Fîlmên Herdem” dest pê dike
Li Stenbolê di navbera dîrokên 15-19’ê meha Cotmehê de “3’yemîn Rojên Fîlmên Herdem” (3. Eskimeyen Film Günleri) dê bê li darxistin û di çalakî de fîlmên derhênerên wekî Lutfî O. Akad, Halît Refîg, Osman Fahîr Seden, Omer Kavur, Yavûz Turgûl, Reha Erdem û Kaan Mujdecî bêne nîşandayîn.
Li gorî nûçeya ku di Gazete Karinca’yê de cih digire, li Stenbolê 3’yemîn Rojên Fîlmên Herdem (3. Eskimeyen Film Günleri) dê bê li darxistin.
3’yemîn Rojên Fîlmên Herdem ji aliyê Lêkolînên Sînemaya Tirk a Weqfa Zanist û Zanist (BİSAV TSA) û bi alîkariya Gerînendetiya Giştî ya Sînemayê û Zaningeha İstanbul Şehir ve dê di dîrokên 15-19’ê meha Cotmehê de bê li darxistin.
Di çalakîya Rojên Fîlmên Herdem de, bi navê beşên “Klasîkan”, “ Xezîneyên Veşartî”, Sînemaya Post-Yeşîlçam”, “Sînemaya Nû ya Tirk” de fîlman bêne nîşandayîn û panel û hevpeyvînan dê bê li darxistin. Fîlmên ku di bernemeya Rojên Fîlmên Herdem de cih digirin weke bêmize bêne nîşandayîn.
Bernameya Rojên Fîlmên Herdem:
15’ê Cotmehê: “Vesikalı Yarim” (1968) û “A Ay” (1988). Cih: Weqfa Zanist û Hunerê / Bilim ve Sanat Vakfı
16’ê Cotmehê “Cennetin Çocukları” (1977), “Muhsin Bey” (1987) ve “Gizli Yüz” (2000). Cih: Salona danîşana Kampûsa Dragos a Zaningeha İstanbul Şehir’ê / İstanbul Şehir Üniversitesi Dragos Kampüsü’ndeki gösterim salonunda.
17’ê Cotmehê: “Teyzem” (1986), “Garip Bir Koleksiyoncu” (1994). Cih: Weqfa Zanist û Hunerê / Bilim ve Sanat Vakfı
18’ê Cotmehê : “Çalıkuşu” (1966), “İstanbul’un Fethi” (1951) ve “Sivas” (2014). Cih: Weqfa Zanist û Hunerê / Bilim ve Sanat Vakfı
19’ê Cohmehê: “Yaralı Kurt” (1972). Cih: Weqfa Zanist û Hunerê / Bilim ve Sanat Vakfı
Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com