Li Stenbolê “Rojên Fîlmên Yewnan”
Di navbera 7-12’ê meha Pûşberê de li Muzeya Perayê ya bajarê Stenbolê “Rojên Fîlmên Yewnan” dê bê li darxistin. Di bernameya rojên fîlman de fîlmên resen û xelatgirtî yên Sînemaya Yewnanistanê bêne nîşandayîn.
“Rojên Fîlmên Yewnan” bi hevpariya Kolektîva Çandê ya EMEISê, İstos film û İstos Yayınê ve li dar dikeve û fîlmên ku ji Sînemaya Yewnanistanê hatine hilbijartin pêk tê. Rojên fîlman, dê di 7ê Pûşberê de bi fîlmê “Anaparastasi” yê derhênerê mezin ê Yewnanistanê Teodoros Angelopulosî destpê bike. Senarîstê navdar ê Sînemaya Yewnanê Petros Markaris dibe mêvanê bernameyê ku wî senaryoyên fîlmên wekî; “O Megalexandros”, “To Météoro Vima Tou Pelargou”, ” Eternity and a Day”, “To Vlemma tou Odyssea”, “Bulutları Beklerken” nivîsandibû.
“Rojên Fîlmên Yewnan” bi piştgiriya Wezerata Çandê ya Yewnanistanê, Navenda Fîlman a Yewnanê û Akademiya Fîlman a Yewnanistanê ve derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê û sînemahez dikarin fîlmên bernameyê bêpere temaşe bikin. Bernameya rojên fîlman dê di demeke nêz de li ser malpera www.yunanfilmgunleri.com‘ê eşkere bikin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com