Li Stenbolê xebatên atolyeyan, gera duçerxe û nîşandana fîlma
Komeleya Jin û Huner a Di Jiyanê De (Yaşamda Kadın ve Sanat Derneği) di çarçoveya “25 Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan”, di navbera 24’ê Mijdarê û 1’ê Berfanbarê de li Kadikoya Stenbolê hin xebatên atolyeyan, gera duçerxe û nîşandana fîlma li dar dixe.
Di bernameya çalakî de, atolyeyên reqsê û çîrokan û gera duçerxe (bisîklet) cih digirin. Di dawiya gera duçerxeyê de li Navenda Çanda Bariş Mançoyî nîşandana fîlmê bi navê “Duçerxeya Min Bajarê Min” dê bê li darxistin.
Bernameya Komelaya Jin û Huner a Di Jiyanê De
24’ê Mijdarê – Saet: 14:00 û 17:00
Atolyeya “Reqsê Afiranê Jin: Enerjiya Jiyanê Veguherandina Raqsê (Yaratımın Dansı Kadın: Yaşamın Enerjisini Dansa Dönüştürme Atölyesi) / Atelyaya bi xwedaniya malê ya “Komeleya Beden û Werzişê Ji Bo Veguherîna Civakî (Toplumsal Dönüşüm için Beden ve Spor Derneği) BoMoVu ve.
Cih: Osmanaga Mürver Çiçeği Sokak. No: 11. Kat: 3.
26’ê Mijdarê
Atolyeya Xwe-Vedîtin Bi Riya Çîrokan ve (Masal Yoluyla Öz-Keşif Atölyesi), Saet: 19:00 û 21:00
Cih: Kuş Dili Sosyal Hizmet Merkezi, Osmanaga Hasirci Başi Caddesi, No:2
1’ê Berfanbarê
Gera Duçerxeyê ji bo Piştgirtina Morê (Mor Dayanışma için Bisiklet Turu, Saet 15:00
Cih: Beltur Caddebostan Tesisi Önü
Nişandana Fîlmê “Duçerxeya Min Bajarê Min” (Benim Bisikletim Benim Şehrim Film).
Amadekar: Înisiyatîva Jinên Biduçerxe (Bisikletli Kadın İnisiyatifi) Saet: 18:00
Cih: Navenda Çanda Bariş Mançoyî
Atolye û çalakîyan bêpere ne û divê beşdarvanên bernameyê formeke tije bikin.
Komelaya Jin û Huner a Di Jiyanê De, bi çalakiyan û xebatên xwe balê dikişîne li dijî tundiya li ser jinan û di meha Mijdarê de atolyeke bi navê “Jinên Taxê Me Sînema Dikin” li darxistin û gelek derhenerên jin bi fîlmên xwe beşdarî projeyê bûn.
Ji bo agahî û serîlêdana çalakiyan: http://www.yasamdakadinsanat.org/
https://instagram.com/yasamdakadinsanat
Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com