Li Stenbolê xebatên atolyeyan, gera duçerxe û nîşandana fîlman

Komeleya Jin û Hunerê ya Di Jiyanê de (Yaşamda Kadın ve Sanat Derneği) di çarçoveya “25 Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan”, di navbera 24’ê Mijdarê û 1’ê Berfanbarê de li Kadikoya Stenbolê hin xebatên atolyeyan, gera duçerxe û nîşandana fîlman li dar dixe.

Di bernameya çalakî de, atolyeyên reqsê û çîrokan û gera duçerxe (bisîklet) cih digirin. Di dawiya gera duçerxeyê de li Navenda Çanda Bariş Mançoyî dê nîşandana fîlmê bi navê “Duçerxeya Min Bajarê Min” bê li darxistin.

Bernameya Komelaya Jin û Hunerê ya Di Jiyanê De

24’ê Mijdarê – Saet: 14:00 û 17:00

Atolyeya “Reqsê Afiranê Jin: Enerjiya Jiyanê Veguherandina Raqsê (Yaratımın Dansı Kadın: Yaşamın Enerjisini Dansa Dönüştürme Atölyesi) / “Komeleya Beden û Werzişê Ji Bo Veguherîna Civakî (Toplumsal Dönüşüm için Beden ve Spor Derneği) BoMoVu ve.

Cih: Osmanaga Mürver Çiçeği Sokak. No: 11. Kat: 3.

26’ê Mijdarê

Atolyeya Xwe-Vedîtin Bi Riya Çîrokan ve (Masal Yoluyla Öz-Keşif Atölyesi), Saet: 19:00 û 21:00

Cih: Kuş Dili Sosyal Hizmet Merkezi, Osmanaga Hasirci Başi Caddesi, No:2

1’ê Berfanbarê

Gera Duçerxeyê ji bo Piştgirtina Morê (Mor Dayanışma için Bisiklet Turu, Saet 15:00

Cih: Beltur Caddebostan Tesisi Önü

Nişandana Fîlmê “Duçerxeya Min Bajarê Min” (Benim Bisikletim Benim Şehrim Film).
Amadekar: Înisiyatîva Jinên Biduçerxe (Bisikletli Kadın İnisiyatifi) Saet: 18:00

Cih: Navenda Çanda Bariş Mançoyî

Atolye û çalakîyan bêpere ne û divê beşdarvanên bernameyê formeke tije bikin.

Komelaya Jin û Hunerê ya Di Jiyanê De, bi çalakî û xebatên xwe bal dikişîne tundiya li ser jinan û di meha Mijdarê de atolyeke bi navê “Jinên Taxê Me Sînema Dikin” li darxistin û gelek derhenerên jin bi fîlmên xwe beşdarî li projeyê bûn.

Ji bo agahî û serîlêdana çalakiyan: http://www.yasamdakadinsanat.org/
https://instagram.com/yasamdakadinsanat

Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: