Li Taxên Qoserê Nîşandayînên Fîlman
Gerînendeya Karên Çand û Hunerê ya Şaredariya Qoserê li 9 Taxên navçeya Qosera Mêrdînê di navbera çîrokên 6-7-8’ê meha Gelawêjê de nîşandayînên fîlman li dar dixe.
Çalakiya “Rojên Fîlman a Derve ya Qoserê” ji aliyê Mezopotamya Sînema, Komeleya Akademiya Sînameyê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Qoserê ve tê li darxistin.
Di çarçoveya bernameyê de, her roj dê di sê taxên navçeyê de fîlman bêne nîşan dayîn. Nîşandayînên fîlman dê di seat 20:00’ê de dest pê bike.
Bernameya “Rojên Fîlman a Derve ya Qoserê”:
6’ê Gelawêjê
Taxa Bahçelievler, li kêleka Şînxaneyê: Fîlmê “Meş”
Taxa Turgut Ozal, Hanimeli Saglik ve Yaşam Merkezi: Fîlmê “Reşeba”
Taxa Mezopotamya, Hanimeli Saglik Merkezi: Fîlmê “Biryareke Zor”
7’ê Gelawêjê
Taxa Ersoylu, Kuçeya 129’an: Fîlmê “Kilama Dayika Min”
Taxa Ataturk, li kêleka Şînxaneyê: Fîlmê “Meş”
Taxa Tepebaşi, Parka Mehmet Sîncar: Kartonfîlmê “Pînokyo”
8’ê Gelawêjê
Taxa Cumhuriyetê, Parka 8’ê Adarê: Fîlmê “Kilama Dayika Min”
Taxa Îpekê, Li kêleka Şînxaneyê: Fîlmê “Reşeba”
Taxa Koçhîsar, Parka Şeyhdavut Yalçinkaya: Fîlmê “House Without Roof”
Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com