Li Venedîkê Ji 21 fîlman tenê 2 fîlman yên Jinan in
76’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê îsal dê di navbera dîrokên 28’ê Gelawêjê û 7’ê Îlonê de li darbikeve. Li gorî nûçeya ku di malpera Gazete Karıncayê de cih digire, di navbera 21 fîlmên ku di bernameya Festîvala Fîlman a Venedîkê de hatibûn eşkerekirin de tenê Derhênerên 2 fîlman jin in.
Festîvala Fîlman a Venedîkê di sînemayê de, teahûdnameya “#5050×2020”ê ku wekheviya zayende ji xwe re kiriye armanc, wê îmzekiribû û îsal di bernameya festîvalê de tenê derhênerên 2 fîlman jin in û derhênerên 19 fîlman mêr in. Du fîlmên ku derhênerên van jin in wisa ne; fîlmê “The Perfect Candidate” ya Derhêner Haifaa Al-Mansourê û fîlmê “Babyteeth” ya Derhêner Shannon Murphyê.
Fîlmên ku di çarvoveya bernameya 76’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî Venedîkê de bêne nîşandayîn û ji xelata “Şêra Zêrîn” pêşbazî bikin diyar bûbûn.
Îsal di Festîvala Fîlman a Cannesê de di beşa pêşbaziyê de 4, di Berlinale de jî 7 fîlmên derhênerên jinan cih digirin. Teahûdname heta niha; Cannes, Venedîk, Berlîn, Toronto û Locarno jî tê ne, ji aliyê 35 Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî ve hatiye îmzekirin.
Kampanyaya “#5050×2020” ji aliyê Enstitûya Fîlman a Swedê ve di sala 2016’ê di Festîvala Fîlman a Cannesê de hatibû naskirin û di 2011’ê de Anna Serner bûbû Rêvebera Enstîtûyê. Enstîtûya Fîlman a Swêde di sînemayê de, wekheviya zayende û wekhev belavkirina fonên sînemayê ji xwe re kiriye armanc û ji bo derhêner û sînemavanên jinan dibe Alîkar.
Kooperatîfa Jinan a Filmmorê jî di sînemayê de ji bo wekheviya zayende ji festîvalan ve bang kiribû.
Festîvala Fîlmana Navneteweyî ya Guzika Zêrîn a (Altın Koza) Edeneyê li ser banga Fîlmmorê, teahûdnameyê îmzekiribû. Festîvala Fîlmana Serbixwe ya Îf jî li dû Festîvala Fîlman a Guzika Zêrîn teahûdnameya “#5050×2020” îmzekir.
Festîvala Fîlmana Serbixwe ya Îf îsal di navbera 13-22’ê Îlonê de li Stenbolê, di navbera 19-22’ê Îlonê de jî li Îzmîr û Enqereyê bêne li darxistin.
Çavkanî: Gazeta Karınca û Kültür Servisi
Navenda Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com