Li Venedîkê “Xelata Rûmetê” wê ji Costa-Gavras re bê dayîn
76’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê di 28’ê meha Gelawêjê de dest pê dike û “Xelata Rûmetê” îsal wê ji derhênerê navdar ê Yewnanîstanê Costa-Gavras re bi merasîmek bê dayîn.
Li gorî nûçeya ku di malpera Kovara Altyazıyê de cih digire, fîlmê nû ya derhênerê navdar Costa-Gavrasî “Adults in the Room” ku qala qeyrana aborî (2015) ya Yewnanîstanê qewimîbû dike, cara yekem dê di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlma a Venedîkê de bê nîşandayîn û derhêner Costa-Gavras ji ber xizmet û xebatên xwe yên hunera sînemayê wê di dîroka 31’ê meha Gelawêjê de beriya Galaya fîlmê xwe “Xelata Rûmetê” (Jaeger-LeCoultre Glory to the Filmmaker) werbigire.
Xelata Rûmetê di salên bihurî de wînemavanên wekî ji Takeshî Kîtano, Abbas Kîarostamî, Agnes Varda, Manî Ratnam, Brîan de Palma, Ettore Scola û Al Pacîno hate dayîn.
Costa-Gavras yek ji derhênerên herî serketî yên Sînemaya Polîtîkayê ye û bi fîlmên xwe yên wekî “Z” (1969), “Missing” tê naskirin û di Xelatên Akademiyê de Oscarên “Senaryoya Herî Serketî” û “Di Zimanê Biyanî de Fîlmê Herî Serketî” wergirtibû.
Çavkanî: www.Altyazi.net
Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com