Li Wanê çalakiya helbesta Arjen Arî
Weşanxaneya Marksîst “Sor” û Kovara “Dilop”, li ser helbesta rewşenbîr û nivîskarê Kurd ê nemir Arjen Arî, di 1’ê meha Berfanbarê de li Wanê çalakiya hevpeyivînê li dar dixin.
Çalakiya hevpeyvînê ku li ser helbesta Arjen Arî, ji aliyê Weşanên Sor û Kovara Dilop’ê û bi beşdarî nivîskarên kurd Mihemed Ronahî, Omer Dilsoz û Reşo Ronahî ve, li Zend Coffe ya Wanê di Saet: 18:00’ê de bêne li darxistin.
Hemû Berhemên Helbestvan û Rewşenbîrê mezin ê Kurd Arjen Arî’yê ji aliyê Weşanxaneya Marksîst Weşanên Sor ve berî bi du mehan weke seta pirtûkan hate weşandin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com