Li Wanê hevpeyvîna ‘Sînema û Temsîl’ê

Chalak Events di 27ê Pûşberê de bi beşdarîya nivîskarê sînemayê û akademisyen Sebahattîn Şen re li ser mijara ‘Sînema û Temsîl’ê li Baraka Kafeyê ya Wanê hevpeyvîneke li dar dixe.

Di çalakîya suhbet a çayê ya 3an a Chalak Events Wanê de nivîskar Sebahattîn Şen dê li ser mijara “Sînema û Temsîl’ê (temsiliyetê) biaxive û hevpeyvîn wê ji aliyê Hesen Bayam ve were gerandin. Hate ragihandin, herçî kes ê bixwaze, wê karibe çaya xwe (qehwa xwe û hwd.) vexwe, pirsa xwe bike yan jî bi şîroveya xwe civatê xweş bike. Piştî suhbet qediya nivîskar Sebahattîn Şen wê ji bo wan kesên dixwazin pirtûka xwe ya “Gemideki Hayalet: Türk Sinemasında Kürtlüğün ve Türklüğün Kuruluşu” (Spêleya di Keştî de: Sazkirina Kurdîtî û Tirkatî ya di Sînemaya Tirkî de, Weşanên Metîs, 2019) îmze bike.*

Bernameya hevpeyvîna sînemayê bi piştgirîya PirtûkaKurdî û Baraka Kafeyê tête lidarxisin û bêpere ye.

Ji bo agahî û têkilî: Chalak Events Wan 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: