Lîstika “Wê Hesab Neyê Dayîn” li Êlîhê dê bê lîstin!

Lîstika bi navê “Wê Hesab Neyê Dayîn” ya nivîskarê navdar ê Îtalyayî Dario Foyê, li Elîhê di Navenda Çand û Hunerê ya Ahmed Guneştekîn de bi Kurdî dê bê lîstin.

Lîstika şanoyê ya yek perde komedî “Wê Hesab Neyê Dayîn” ji aliyê Gerînendetiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Êlîhê ve tê li darxistin û mijara lîstikê li ser jiyanên Karkerên Îtalyayê ye û rewş û mercên salên 1974an nîşan dide.

Derhênerê lîstika “Wê Hesab Neyê Dayîn”ê Rukneddîn Gun e û lîstik ji aliyê Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê ve dê bê lîstin. Lîstika Şanoyê di dîroka 14’ê Tîrmehê de, di demjimêr: 20:00 de li Elîhê di Navenda Çand û Hunerê ya Ahmed Guneştekîn de dê bê lîstin û bêpere ye.

Lîstika şanoyê “Wê Hesab Neyê Dayîn” heta niha li gelek bajaran bi Kurdî hate leyîstin û di hefteya pêşîn a meha Tîrmehê de li navçeya Qosera Mêrdînê hatibû leyîstin.

Nûçe: Sînemaya Serbixwe

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir