Lîstikvan Cate Blanchett tevlî li fîlmê “The School for Good Evil”ê bû

Lîstikvana navdar a sînemayê Cate Blanchett tevlî li fîlmê “The School for Good and Evil”ê bû ku dê di fîlmê de weke vebêj cih bigire. Fîlmê nû di demsala Payîzê de li ser ekranê plaforma dîjîtal a Netflixê derdikeve li pêşberî temaşevanan.

“The School for Good and Evil” ji aliyê derhêner Paul Feig ve tê kişandin û senaryoya fîlmê jî Soman Chainani, David Magee, Malia Scotch Marmo bi hev re nivîsandine. Di hefteya yekem a Pûşberê de ji fîlmê fragmana nû hatibû weşandin.

Fîlm, ji romanên fantastîk ên nivîskarê Amerîkayê Soman Chainanîyî îlhama xwe girtiye û li dibistaneke fantastîkê diqewime. Di fîlmê “The School for Good and Evil”ê de lîstikvanên wekî; Sophia Anne Caruso, Sofia Wylie, Laurence Fishburne, Charlize Theron, Kerry Washington û Michelle Yeoh dilîzin.

Hate ragihandin fîlmê nû dê di demsala Payîzê de li ser plaforma dîjîtal a Netflixê derbikeve li pêşberî temaşevanan.

Çavkanî: Gazete Duvar

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: