Lîstikvan û Derhêner Peter Fonda jiyana xwe ji dest da

Yek ji lîstîkvanên herî serketî yên “Sînemaya Hollywoodê ya Nû” Peter Fonda ji ber nexweşiya kansêra cegerê di 79 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Lîstikvan Peter Fonda kurê lîstikvanê navdar ê Hollywoodê Henry Fondayî û brayê Jane Fondayê û bavê şîstikvan Bridget Fondayî ye. Peter Fonda di sala 1961’ê de dest bi şanoyê kir û li dû vê dîrokê cara yekem di fîlmê “Tammy and the Doctor” (1963) yê Haryy Kellerê de lîst.

Lîstikvanê navdar ê Amerîkayî Peter Fonda bi fîlmên xwe yên; “The Trip” (1967), “Easy Rider”(1969), “Ulee’s Gold” (1998), “Escape Form L.A. (1996), “The Limey” (1999) ve tê naskirin.

Peter Fonda di sala 1971’ê yekem fîlmê xwe yê  “The Hired Hand” kişand. Di salên 70’an de 2 fîlm; “Idaho Transfer” – Cure: Pevxistina Zanistî (1973), “Wanda Nevada” – Cure: Komedî (1979) kişandin û piştî vê dîrokê di sînemayê de xebatên xwe weke lîstikvan berdewam kir.

Lîstikvan û Derhêner Peter Fonda digel lîstikvanên Dennis Hopper û Terry Southern, bi fîlmê xwe yê “Easy Rider” ve li Xelatên Akademî ji bo beşa Senaryoya Resen a Herî Serketî weke berendam hate nîşandan. Peter Fonda bi fîlmê xwe yê “Ulee’s Gold” (1998) ji aliyê derhêner Victor Nunez ve hatibû kişandin, di beşa Lîstikvanê Herî Serketî de ji bo Oscarê weke berendam hate nîşandayîn. Lîstikvanê navdar Peter Fonda di fîlmê “3:10 to Yuma” (2007) yê James Mangoldê de jî lîst û di sala 2003’ê de li Bûlwarê Hollywoodê ji bo lîstikvan stêrk hate çêkirin.

Çavkanî: www.altyazi.net

Navenda Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir