Lîstikvana çermsor Sacheen Littlefeather jiyana xwe ji dest da
Akademîyê li ser hesabên medyaya civakî ragihand ku lîstikvan û aktîvîsta çermsor Sacheen Littlefeather di 75 saliya xwe de ji ber nexweşîya kansêrê jiyana xwe ji dest da. Di daxuyanîya Akademîyê de gotineke Littlefeather jî hate parvekirin û lîstikvan gotibû, “Ku tu kengê ji bo rastîyên xwe tevdigere, bîne bîra xwe wê demê tu dengê min û dengê gelê min zindî bihêlî.”
Sacheen Littlefeather di salên 1970an de di fîlmên sînemayê yên wekî “The Trial of Billy Jack”, “Counselor at Crime”, “Johnny Firecloud”, “Winterhawk” de lîstin û li ser şanoyê xebitî.
Çend hefteyê berê Akademîya Oscarê bi daxuyanîyeke fermî, piştî 50 salan ji lîstikvan û aktîvîsta çermsor Sacheen Littlefeather lêborîn xwestibû.
Sacheen Littlefeather, Native American civil rights activist who famously declined Marlon Brando’s 1973 Best Actor Academy Award, dies at 75. pic.twitter.com/OlpsoItlCw
— The Academy (@TheAcademy) October 3, 2022
Di sala 1973yê de li merasîma Xelatên Oscarê lîstikvana çermsor Sacheen Littlefeather derket ser dikê da ku xelata Lîstikvanê Herî Serketî ku ji Marlon Brando re hatibû dayîn red bike.
Lîstikvanê navdar Marlon Brando vê salê bi fîlmê xwe yê “The Godfather” re ji bo Xelata Lîstikvanê Herî Serketî hatibû hilbijartin û Brando jê lîstikvan Littlefeather reca kiribû ku di merasîmê de derkeve ser dikê û xelata wî nepejirîne. Lê lîstikvana çermsor li vir rastî gotinên nijadperest hatibû. Serokê Akademîya Oscarê (Akademîya Huner û Zanistên Sînemayê) David Rubin eşkere kiribû ku “Rewşa ku wê rûbirû ma nelicih û neheqî bû” û gotibû “Piştî 50 salan em ji lîstikvana çermsor Sacheen Littlefeather lêborîn dixwazin û dê ji bo lîstikvan çalakîyeke taybet bê lidarxistin”. Derhêner Francis Ford Coppola wê salê ji Xelatên Oscarê Xelata Fîlmê Baştirîn girtibû.
Marlon Brando xelata xwe, ji ber ku helwest û kiryarên endustrîya fîlman ên li ser Çermsorên Amerîkayî berdewam dike, napejirandibû. Sacheen Littlefeather di axaftina xwe ya li ser dikê de gotibû, “Di dahatûyê de, dil û xweşbînîya me dê bi hezkirin û comerdîyê bigihîn hev.”
Lîstikvan û aktîvîst Sacheen Littlefeather, di derbarê lêborîna Akademîya Oscarê de daxuyanîyeke dabû û gotibû; “Em mirovên xwecihî pir bisebir in, ez tenê 50 sal li bendê vê lêborînê mam! Pêwîst e ku em her gav hestê xwe yê henekê zindî bihêlin, riya ku li jiyanê bûnê ev e.” Lîstikvan axaftina xwe wiha berdewam kiribû, “Ez li ser dikê ji aliyê lîstikvan John Wayne ve bi zorê hatim astengkirin û nehîştin ez ji xwe re kar peyde bikim.”*
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com