Lîstikvanê navdar Jean-Lois Trintignant jiyana xwe ji dest da
Lîstikvanê sînemayê Jean-Lois Trintignantî di sala 1930ê de li bajarokê Piolencê yê Vaucluseya Fransayê hate dinê û di sala 1950ê de ji ber perwerdehiya şanoyê çû li Parîsê. Di 1954ê de cara yekem li şanoyê weke serlîstikvan lîst û piştî salekê jî bi fîlmê xwe yê “Si tous les gars du monde”yê derket li pêşberî temaşevanên sînemayê. Bi fîlmê “Et Dieu… créa la femme” (1956) li cîhanê hate naskirin.
Jean-Lois Trintignant li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; Les Liaisons Dangereuses, Estate Violenta, Le coeur battant, Club de femmes, Austerlitz, Pleins Feux sur l’Assassin, Il Sorpasso, Un homme et une femme, Paris brûle-t-il?, Mon amour, mon amour, L’homme qui ment, Z (Li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Lîstikvanê Baştirîn), Ma Nuit chez Maud, Il Conformista, Under Fire, Vivement Dimanche!, Trois couleurs: Rouge û L’Amour (Xelata Cesarê) ve tê naskirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe