Lîstikvanê navdar Michael Gambon jiyana xwe ji dest da

Lîstikvanê navdar ê sînema û şanoyê Michael Gambon di 82 saliya xwe de ji ber nexweşîya zatûreyê jiyana xwe ji dest da. Gambon bi eslê xwe îrlandî ye û bi fîlmên rêzeya “Harry Potter”ê (bi rola Profesor Albus Dumbledore) ve li seranserê cîhanê tê naskirin.

Michael Gambon, 6 fîlmên rêzeya “Harry Potter”, rêzefîlmên “The Lost Prince” (2003), “The King’s Speech” (2010) û fîlmên televîzyonê yên “Churchill’s Secret” (2016) û “Path to War” (2002) jî tê de di ji zêdetirî 150 fîlm û rêzefîlmên televîzyonan de cî girtin. Lîstikvanê hoste 10 caran di beşa “Lîstikvanê Herî Serketî” de ji bo Xelatên Laurence Olivierê weke berendam hate nîşandayîn ku di sala 1986ê bi lîstika “A Chorus of Disapproval”, di 1988ê de bi lîstika “A View From the Bridge”, di 1990ê de bi lîstika  “Man of the Moment” ve xelata “Lîstikvanê Herî Serketî” girtin. “Xelatên Laurence Olivierê”, xelatên şanoyê yên herî girîng ên Îngilistanê ne.

Michael Gambon bi fîlmê “Othello” (1965) re dest bi hunera sînemayê kir û di ji zêdetirî 150 fîlm-rêzefîlman de lîstin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: