Lîstikvanê navdar Sir Ian Holm jiyana xwe ji dest da
Lîstikvanê navdar Sir Ian Holm ji ber nesaxiya parkînsonê di 83 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Holm di fîlmên, “The Lord of the Rings” û “Hobbit”ê de bi rola Bilbo Bagginsî cih girtibû.
Lîstikvanê şanoyê û sinemayê yê îngilîz Sir Ian Holm, Royal Shakespeare Companyê weke şanoger lîstibû û bi rolên biçûk re di fîlmên wekî; “Oh! What a Lovely War (1969), Nicholas and Alexandra (1971), Mary, Queen of Scots (1971) ve Young Winston (1972) re dest bi sînemayê kir.
Sir Ian Holm, bi fîlmê xwe yê “The Homecoming” (1967) re di beşa “Di Leyîstokê de Lîstikvanê Baştirîn” de Xelata Tony’ê girt û di sala 1979’ê bi fîlmê “Alien” deng veda. Lîstikvanê navdar, di fîlmê xwe yê bi navê “Chariots of Fire” (1981) re li Festîvala Fîlman a Cannesê “Xelateke Taybet” û ji Xelatên Akademiyê Xelata “Lîstikvanê Alîkar ê Baştirîn” girtin. Sir Ian Holm, bi fîlmê “Chariots of Fire” (1981) re, li Xelatên BAFTAyê xelata “Lîstikvanê Alîkar ê Baştirîn” û bi fîlmê “The Lord of the Rings: The Return of the King” (2003) re jî Xelata Screen Actors Guildê wergirtin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com