“Little Joe” û fîlmên din

Di hefteya dawî ya sala 2019’ê de, li salonên sînemayan fîlmên anîmasyon, pevxistina zanistî û tirsê jî têde, bi giştî 9 fîlm ketin vîzyonê. Ji nava fîlmên ku di dîroka 29’ê meha Berfanbarê de ketine vîzyonê; “Little Joe”, “Lara”, “Şûûrsuz Aşk” û “Sanctuary Population One” derdikevin pêş.

Alice dayikeke ciwan a bî ye û li pargîdaneke ku cureyên nabetên nû çêdikin, weke zanyara giyanasî dixebite û cureyên nû yên nebatan vekolîne. Alice demeke dirêj e li ser nebatekê ku mirovan şad dike, dixebite û cureyeke nû ya nebatê pêk tîne. Ev nabet gelek xweş e û bikêrhatî ye. Alice, ji ber vê nebatê diyarî li zarokê xwe re kiriye, polîtîkaya pargîdanê jî ihlal dike û pişt re difikire ku ev nebat wekî ku tê zenkirin, ewqas jî bizerar nîne. Alice di navbera xeyal û rastînê de dimîne û jiyana wê diçe ber bi pêvajoyeke cuda.

Yek ji fîlmên balkêş ên sala 2019’ê “Little Joe” weke cureyên dram-derûnnasî hate kişandin ku li bernameya Festîvala Fîlman a Cannesê hat nîşandan û lîstikvanê fîlmê Emily Beecham bi rola xwe li Cannesê Xelata Lîstikvana Herî Serketî stand.

“Little Joe” / Derhêner: Jessica Hausner û Senaryo: Géraldine Bajard, Jessica Hausner

Larayê ku kêm maye ku sala xwe ya şêstemîn pîroz dike û di heman rojê de resîtala yekem a kurê wê jî heye. Ji bo resîtala kurê wê dawet nakin û wê ji ber vê gelek xemgîn dibe. Lara bi tenê jiyana xwe didomîne û ji bo dîtina kurê xwe her tiştî dike. Lara dixwaze ku karîyera muzîk ê kurê wî baş bibe û konsêra wî ya yekem baş derbas bibe. Ji ber hin şayîşan dixwaze bigihîje kurê xwe û di pêvajoyake dijwar de dimîne.

Fîlmê “Lara” di çarçoveya 54’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Karlovy Varyê û 18 Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hate nîşandan. Lara, fîlmê dirêj ê duyemîn ê derhênerê Almanyayê Jan Ole ye. Cureya fîlmê Drame ye û têde lîstikvana navdar a Almanyayê Corinna Harfouch jî dilîze.

“Lara” / Derhêner: Jan Ole Gerster û Senaryo: Blaz Kutin

Yûsûf ciwanekî astengdar e û ber derî zanîngehekê simûdfiroşî dike û bi firotina van debara malbata xwe dike. Yûsûfî ku ti têkîliya wî bi sîyasetê tune ye, di nav tevlîhevîyên pêvajoya îxtilalê de dimîne û piştî demekê wê rêdikin navenda rehabilîtasyonê. Rojek di heman nexweşxaneyê de, Yûsûf û Menekşe hevdû nas dikin. Heza dilên wan bi demê re veguhere evînê.

Fîlmê “Şûûrsûz Aşk” ku ji aliyê Ûmût Ertek re hatiye nivîsandin û kişandin, qala pêvajoya 12’ê Îlonê dike.

“Şûûrsûz Aşk” / Derhêner û Senaryo: ÛmÛt Ertek

Ethan mirovekî ciwan û îdealîst e ku diwaze ku mirovan ji nesaxiyeke belavbûyî rizgar bike û ji ber vê yekê mecbûr dimîne ji malbata xwe dûr dimîne. Etham, piştî demekê dixwaze ku bigihe malbata xwe û dikeve rê û wî di rê de rastî li talankarên dirrinde û bandorên rabirdûya xwe tê û dikeve têkoşîneke dijwar û zor.

Fîlmê “Sanctuary Population One” ji aliyê derhêner  Lilly Heart Marriott ve, bi cureyên dîstopîk û pevxistina zanistî ve hatiye nivîsandin û kişandin.

“Sanctuary Population One” / Derhêner: Lilly Heart Marriott û Senaryo: Lilly Heart Marriott, Tiana Suadela, Robyn Westcott

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: