“Little Women” û fîlmên din
Vê hefteyê li salonên sînemayan du anîmasyon û fîlmekî tirsê jî têde, bi giştî 10 fîlm ketin vîzyonê. Di hefteya nû de li vîzyonê fîlmên; “Little Women”, “La Belle Époque”, “Shark School” û “Jeux d’enfants” derdikevin pêş.
Salên Şerê navxweyî ya Amerîkayê ye û Jo March û xwişka wê li New Englandê dijîn. Jo March dixebite û dixwaze bibe nivîskar. Ji ber şert û mercên jiyanê, newekheviya jin û mêr û têkilîyên malbatê, ji bo Jo March hin astengîyan derdixe û bandor lê rewş û serpêhatiya nivîskarîya wê dike.
Yek ji fîlmên balkêş ên sala 2019’ê “Little Women” fîlmê metraj dirêj a duyem a derhêner û lîstikvan Greta Gerwigê ye û bi fîlmê xwe ya “Lady Bird” (2017) tê naskirin. Fîlm ji romana nivîskara navdar a Amerîkayê Louisa May Alcott re ji bo sînemayê hate kişandin û li Xelatên Oscarê Fîlmê Herî Serketî û Senaryoya Lêanînê ya Herî Serketî jî têde di 6 waran de bû berendam û xelata Sêwirandina Cilûberg a Herî Serketî stand û di bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hat nîşandan.
Victor deminan îlustratorekî navdar ê pirtûkên zarokan-romanivîsekî grafîkî ye û hevsera wê Marianne Psîkoterapîst e. Victor ji ber temenên şêstî xwe di rewşa depresyonê de dibîne û di têkilîya Vîktor û jina wê Marianne de hin pirsgirêk hene. Lê piştî demekê Victor, peyanerekî bi navê Antoine hevûdu nas dikin û ji bo jiyan û evîna Victorê fersendeke derdikeve û dixwaze vegere rojên yekem ên evîna xwe.
“La Belle Époque” li bernameya Festîvala Fîlman a Cannesê di beşa derveyî pêşbirkê de hatibû nîşandan û fîlmê dirêj a duyem ê derhêner, lîstikvan û şanonivîsê Frensiz Nicolas Bedosî ye. Fîlm li ser rêwîtiya di demê de, bîr, evîndarî disekine.
Bella û Milo du masî ne û ji dibistanê pir hez dikin. Rojek du masî û mamosteyên wan Alba dikevin serpêhatiyeke bişahînet û hînker.
“Shark School” ji bo temaşevanên zarokan anîmasyoneke rengîn, bişahînet û hînker e û der barê zerya û candarên deryayê agahiyan dide.
Dayika Julien Janvierê nesaxiyeka kansêrê û li ber mirinê ye û Sophie Kowalsky di rewşa zorî û dijwarîya penaberî de maye. Di navbera Julien û Sophie de têkilîyeke taybet heye û lîstikeke wêrekî dilîzin û bi saya wê xurttir dibin. Bi demê re hem evîna ku di navbera wan de mezin dibe û hem jî jê wan re bibe astengiyekê
Fîlmê “Jeux d’enfants” piştî sala 2003’yê ji nû ve li Başka Sînemayê derdikeve vîzyonê û li pêşberî sînemahezan. Li İMDB’yê puana fîlmê 7,6 e.
Fîlmên vê hefteyê:
“Little Women” / Derhêner: Greta Gerwig û Senaryo: Greta Gerwig (Ji Romana Louisa May Alcottê)
“La Belle Époque” / Derhêner û Senaryo: Nicolas Bedos
“Shark School” / Derhêner: June Taylor û Senaryo: Amanda Knight
“Jeux d’enfants / Love me If You Dare” / Derhêner û Senaryo: Yann Samuell
“Masallardan Gerîye Kalan” / Derhêner û Senaryo: Mustafa Ûgûr Yagcioglû
“Sonic the Hedgehog” / Derhêner: Jeff Fowler û Senaryo:Patrick Casey, Josh Miller
“The Gentlemen” / Derhêner û Senaryo: Guy Ritchie
“Nasîpse Olur” / Derhêner: Selahattîn Sancakli û Senaryo: Bariş Başar
“Agir Romantîk” / Derhêner û Senaryo: Denîz Denîzcîler
“Kîkî: Lanet-î Cîn” / Derhêner û Senaryo: Mûstafa Mîraç Kaya
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com