“Loveless” Ango Heza Winda*
Nivîs: Miradê Miradan
Loveless (2017), filmê dawî yê derhênerê Rûs Andrey Zvyagintsev e ku bûbû berbijarê oscara di zimanê biyan de filme heri baş a Rûsyayê. Ev xelat hilnegirt lê 2017an li mihrîcana filman ya Cannes’e xelata taybet a endamên jûriyê bi dest xistibû. Herwiha Zvyagintsev di sala 2003yan de bi fîlmê xwe yê ‘The Return (Veger)’ di mîhrîcana filman ya Venedîkê de hêjayî xelata herî mezin ‘Golden Lion’ (şêrê zêr) ê hatibû dîtin û bi vî awayî navê xwe li cimeata sînemayê yekcar belavkiribû.
Loveless (Bêhez), fîlmekî tam li gorî nav û naveroka xwe ye. Zvyagintsev di destpêka her fîlmê xwe de herî pêşî -bi destê Mikhail Kricman (Derhênerê Dîtbarî)- bi sînematografiyeke qewîn, nola kevalekê derdorê tasvîr dike û atmosfereke tam li gorî çîrok û bûyerên ku dê biqewimin diafirîne. Çiku Zvyagintsev ji hêla sinematografiye ve nişmî û kêmqisûr e. Hê di serî de em ‘bêhêzî’ û xemsariya ku dê hikm li timamê fîlm bike hîs dikin. Zvyagintsev di ser malbatekê ku ber bi hilweşînê ve diçe re civaka Rûsî ya ku çilverişiye û bêerkiya saziyên wê bi awayekî tuj rexne dike û çîrokê vedibêje. Çîroka malbateke hilweşiyayî vediguherîne analîzeke cîvakî. Li paş tiştên xuyayî derheqê jiyana Rûsyayê de gelek tiştên din bi me re parvedike.
Yekîtiya malbatê çima giring e. Hez nebe jiyan çi ye? Bi kêrî çi tê? Tekiliyên mirovan bo çi hewce ne? Biryarên ku em didin bes me girê didin an na? Têsîrên li ser dînamîkên civakî çi ne hwd. Loveless bi dramatizasyoneke sext hewl dide ku pirsên bi vî rengi bibersivine. Loveless, rexneyeke li ser jiyana îroyîn ku hewcehiya wê bi statû, pere, xwarin û hedonistiye heyê lê bi hezê, malbatê û civakek bêhnpak nîne ye.
Di destepêka fîlm de em Alyoşayê biçûk dema ku ji dibistanê derdikeve û ber bi daristanê ve dimeşe dibînin. Alyoşa tenê ye, bêmirûz e li daristanê dimeşe, li erdê terîşeke polêsan dibîne dirahijiye û pey xwe ve dixijikîne. Xemsar e, bêhez e… Terişkê bi kevirekî ve girê dide û difirîne serê dareke li ber cem û paşê derbasî mal dibe. Ev plana ku Zvyagintsev heta vir kişandiye dema ku fîlm bi dawî dibe em fam dikin ku li ser aqubeta Alyoşa hê di serî de agahî dane me.
Alyoşayê 12 salî – Alyoşa navê kurê Dostoyevskiye ku 3 saliya xwe de miriye herwiha di romana wî ya ‘Birayên Karamazov’ de jî xisletekî ku hezê temsîl dike ye; fîlm li ser vê agahiye re werê xwendin dê çêtir bê fêm kirin- bi malbata xwe re li Moscowê dijî. Zarokekî zehf iskud û di halê xwe de ye. Dê bavê wî hatine ber hev berdanê. Xaniyê ku tê de dijîn jî dane ber bazarê ku kêlîk berî kêliyê ji hev biveqetin û her yek di rêya xwe de here. Diya Alyoşa Zhenya, xwediya holeke bedewiyê ye. Bavê wî Borîs jî xebatkarê şîrketekê ye. Di jiyana herduyan de jî êdî kesine din hene û ji hev nefret dikin. Alyoşa, di nav vê xirecir û hevberdanê de tê ji bîr kirin. Jixwe ji îtirafên diya wî eyanin ku ev zewac xeletiyek e û Borîs ew bi zorê îkna kiriye ku bizewicin lewma ne hez ji mêrê xwe ne jî ji kurê xwe dike. Zhenya, li gor Borîs bêheziyek mezin temsîl dike lê di rastiya xwe de jî li hezê digere li heza winda. Çiku wê jî ji diya xwe qet hez nedîtiye tim pê re li hevketî bûye û niha jî yeke nola wê ye. Lê vê jî dibêje ku wê demê neçar û bêhêz bû lewma ev zewac pejirandiye. Ji roja ku Alyoşa bûye ve ji heza dê bavên xwe bêpar maye û weke zêdehiyekê hatiye dîtin. Ne diya wî ne jî bavê wî xwestine ku wî bigirine xwe. Bes li xwe, li kariyera xwe û jiyanên ku li derî hev afirandine fikirîne. Lewma li ser velayeta wî jî li hev nekirine. Rojekê Alyoşa şahidî pevçûneke wan a bi vî rengî dibe û biryarê dide ku ji mal bireve. Jixwe êdî em Alyoşa hew dibînin, yek şop jî li du xwe nehiştiye; di kamêrayekê re jî derbas nebûye. Ev yek ji hêla derhêner ve dibe cezakirina dê bavê wî.
Piştî ku Alyoşa ji mal direve çîroka legerîna hezê û li xwe mikur hatin û verqilînê jî dest pê dike. Ji ber ku saziyên hikûmetê vê bûyerê cidî nabînin, xwedî lê dernakevin û gelek teşqele- prosedûran derdixin; dê-bavên Alyoşa xeberê didine tîmeke rizgarkirinê bo ku alikariya wan bikin. Lê ev hewildan jî bê encam dimîne. Di serî de texmînan dikin ku wê Alyoşa vegere malê û zede nakevine tayê de. Di ber karûbaren xwe re tevlî lêgerînên tîma rizgarkirinê dibin. Lê her diçe rewş xedartir dibe û pêjn ji Alyoşa naye. Hino hino Zhenya û Borîs dikevine ferqiyê de ku peywira dê-bavîtiye neanîne ceh û çi winda dikin.
Di sehneyeke dawiya fîlm de em dê- bavên Alyoşa bo teşhîs kirina cesedekî ( ma Alyoşa ye yan na) li morgê dibînin. Ji tirs û tayê herifîne. Di vê sahneyê de fîlm digihije asta dramê ya herî bilind. Dê bavên Alyoşa dema ku dibînin cesed ne yê kurê wa ye ji dest xwe diçin, qeyranan dijîn. Bo vê meselê hevdu sûcdar dikin û diberizine hev. Zhenya dibêje mêrê xwe ku êdî çi bibe jî ew Alyoşa nadiye. Hingê bixwe dihisin ku bayê felekê çi aniye serê wan û ji bêheziyê dimirin.
Bêhezî mijareke hevpar a fîlmên Zvyagintsev e. Di fîlmên wî ‘The Return(2003), The Banishment(2007) û Leviathan(2014) de jî ev wilo bû. Her tim windahiyek û legerîna hezê heye. An bav dimire yan dê yan jî zarok. Carna jî ji holê gomendî dibin. Di her fîlmî de jî ev windakirin weke ‘amûra ceza kirinê’ tê bikaranîn lê dawiya dawî êdî dereng e. Yek rastiya ku em di fîlmên Zvyagintsev de dibinin jî ew e ku xisletên di çirokên wî de bi zorên pergala civakî û siyasî ji malbatê ji civakê û ji xwe têne dûrxistin. Di heman katê de di ber siya çîroka Lovelessê de hin tiştên ku em li paş perdê dibinîn hene. Bi destê iqtîdar û teknolojiyê bîyanîbûn û dejenerebûnek te afirandin û spartin. Telefon ji destê xisletan nakevin. An selfîeyan dikişînin an jî di medyayê de sorf dikin. Herwiha di fîlm de iqtîdar amûrên ragidandinê weke propagandaya îdeolojî û doza xwe bikartîne. Bi vê rêyê mêjiye mirovan têne şûştin. Ev bûyer û qewîmîn ji aliyê kesan ve weke tiştên ji rêzê têne pejirandin. Di fîlm de mînakên vê yekê zahf in. Di sehneyen ku di erebê de hatine girtin de ji radyoyê û li mal jî ji televîzyonê em dengê nûçeyên derbarî polîtîkayên hikûmeta Rûsyayê de dikin. Lê xislet guh nadine nûçeyan û durî meselan disekinin. Her kesek di taya xwe û daxwazên xwe yên bihorbar û têkçûyî de ye. Di civakê de robotbûyînek wilo pêk hatiye ku nûçeyên derbarî hatina dawiya dinyayê de jî bi awayekî normal têne pêşwazî kirin. Çiku ne kes hesabê mirina xwe dike ne jî li dawiya dinyayê difikire.
Ber bi dawiya fîlm ve êdî dê-bavên Alyoşa hêviyen xwe jê birîne. Em her yek ji wan di malê wan yê nû de li gel hevserên wan dibînin. Kurekî Boris ji hevsera wî ya nû bûye. Mîna Alyoşa li hember wî jî sar û bêsebr e. Çi qas xwe xapandibe ku dê bextewar bibê jî dîsa di nav jirêzî û bêheziya berê de difetise. Zhenya jî di gel mêrê xwe yê nû li malê ne. Mêrê wê jê bêeleqe li nûçeyan guhdar dike. Tevî ku Zhenya pê re xeyala jiyaneke xweşûbêş dikir jî dîsa li seyra xwe ya berê vegeraye. Bi telefona xwe mijûl dibe ji xwe û dinyayê sarbûyî. Ne Zhenya ne jî Borîs negihiştine wê heza ku Alyoşa jê bêpar hiştine. Hê jî ew Bêhezên berê ne. Çiku bi windakirina Alyoşa re bîra xwe ya hezê jî zûha kirine û dê piştî Alyoşa tu carî bextewar nebin.
Herî dawî em Zhenya bi mirûzekî pirr xembar û tirş li ser bandeke bezê dibînin. Li ser cilên lê bûyî bi tîpên mezin ‘RUSSIA’ dinivîse. Her ku diçe band xurttir dibe û dawî hêdî dibe. Peyama ku Zvyagintsev di vê sehneyê radigihîne: Zhenya çiqas li ber xwe bide, çiqas bireve jî ji bextreşî û bêhêziya xwe dê nizanibe bi ku ve biçe û her li cihê xwe vegere. Li vir em baş dibînin ku Zvyagintsev di ser jiyan û qedera Zhenya re- bi rêya xisletên mîna avhewa wê sarr- Rûsyayê rave û analîz dike. Çarenivîsa Rûsya û Zhenya yek e. Goriyên yek perqalê ne. Alyoşa jî heza ku winda kirine ye.
Dawiya fîlm kamêra tê û li ser wê terîşka ku Alyoşa bi darê ve hilawestibû û li ba dibe disekine. Ev terîşk bi gotinek din Alyoşa û aqûbeta wî sembolîze dike. Lê naye zanîn sax e yan miriye. Alyoşa windaye. Windayiyê heza mirovahî û civakê ye.
Fîlmografiya Andrey Zvyagintsev
- The Return (2003)
- The Banishment (2007)
- Elena (2011)
- Leviathan (2014)
- Loveless (2017)
* Ev nivîs cara ewil di Kovara Kund hejmara 5. de hatiye weşandin.
LOVELESS (2017) *
IMDb: 7.7/10
127 Xulek, Dram
19 Xelat/ 43 Berbijarî
Derhêner: Andrey Zvyagintsev.
Sînaryo: Andrrey Zvyagintsev, Oleg Negin.
Sînematografî: Mikhail Krichman.
Lîstikvan: Maryana Spivak(Zenya), Aleksey Rozin (Boris), Matvey Novikov (Alyosha)…
Soundtrack: Evguenî Galperîne, Sacho Galperine.
* m.imdb.com/title/tt6304162/
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com