Lupita Nyong’o tevlî li fîlmê “A Quiet Place: Day One”yê bû

Fîlmê “A Quiet Place” di sala 2018ê de ket vîzyonê û ji aliyê temaşevanên sînemayê ve eleqeyeke mezin dît. Fîlmê duyem ê rêzeya “A Quiet Place”yê di sala 2020ê de derket li pêşberî temaşevanên xwe û fîlmê sêyem jî bi çêkerîya Paramount Picturesê ve tê kişandin. Hate ragihandin ku lîstikvana navdar û xelatgira Oscarê Lupita Nyong’o tevlî li fîlmê “A Quiet Place: Day One”yê bû û wê dê di fîlmê de weke serlîstikvan cih bigire. Lîstikvana sînemayê ya navdar Lupita Nyong’o bi fîlmên xwe yên wekî “12 Years a Slave”, “Black Panther” û “Us” ve tê naskirin.

Li gorî nûçeya ku di malpera sînemayê Film Hafızasi’yê de hatiye weşandin, fîlmê “A Quiet Place: Day One” dê ji aliyê Michael Sarnoskî ve bê nivîsandin û kişandin. Di derbarê mijara fîlmê de hêj daxuyanîyeke nehate dayîn, lê tê texmînkirin ku dê di 8ê Adara 2024ê de bikeve vîzyonê. Pargîdanîya Paramount Picturesê biryara çêkirina gerdûna rêzeyê girtine û li ser projeyên spin offê dixebitin.

Ji bilî spin offê ji bo fîlmê dewamê yê A Quiet Placê dest bi amadehîyan kirine û “A Quiet Place 3” jî dîsa dê bi derhênerîya John Krasinskîyî bê kişandin. Fîlmê yekem di cîhaneke piştî qiyametê de derbas dibe û tê de lîstikvanên wekî John Krasinski, Emily Blunt, Noah Jupe û Millicent Simmonds cih digirin.

Lîstikvanên Cillian Murphy, Djimon Hounsou, Scoot McNairy û Okieriete Onaodowan tevlî li fîlmê nû yê “A Quiet Plac”ê bûne û bi çêkerîya Michael Bay, Andrew Form, Brad Fuller Platinum Dunes û Krasinski û Allyson Seeger, Sunday Night ve hatiye amadekirin. Hate ragihandin ku fîlmê “A Quiet Place 3”, piştî “A Quiet Place: Day One”yê dê di sala 2025ê de derbikeve li pêşberî sînemahezan.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir