m2 Film Labê “Kargeha Senaryoyê” li dar dixe

m2 Film Labê her sal ji bo sînemageran “Kargeha Pêşvebirina Senaryoyê” li dar dixe. Xebatên kargeha senaryoyê û çêkirina fîlman îsal cara duyem wê di navbera dîrokê 8-12ê Îlonê û 18-20ê meha Mijdarê de bê li darxistin.

Civîna yekem a senaryoyê dê di meha Îlonê de li Stenbolê rûbirû bê li darxistin. Piştre, komên projeyên hilbijartî dê beşdarî li xebateke berfireh a senaryoyê bibin ku ji aliyê mentorên kargehên senaryo û derhênerîyê Ruth Atkinson, Neal Dhand û Alî Vatansever ve (Film Independent Global Media Makers (GMM) tê birêvebirin. Di kargeha sînemayê de çalakîyeke bi navê “masterclass” jî tê li darxistin ku hemû profesyonelên sektorê û xwendekarên sînemayê dikarin beşdarî li bernameyê bibin û mêvana yekem a bernameyê, şêwirmenda senaryoyê Karol Griffiths e ku dê di derbarê edîtorî û nivîsîna senaryoyê biaxive û wê bi gelek derhênerên navdar ên Birayên Coen û Steven Spielberg, Seth Macfarlane û Pamela Fryman ve xebitîne. Karol Griffiths ji zêdetirî 20 salan e şêwirmendîya senaryoyê dike û li ser pêvajoya çêkirina fîlman pirtûkeke bi navê “The Art of Screen Editing” (2015) nivîsîye.

Hemû sînemagerên ku li ser fîlmên xwe yên yekem an jî duyem dixebitin dikarin heta dîroka 7ê meha Gelawêjê serî li kargehê bidin. Hate ragihandin kargeha sînemayê bêpere ye.

Kargeha senaryoyê ya m2 Film Labê sala par weke online hate li darxistin û îsal bi hevkarîya GMM û bi piştgirîya Mîsyona Dîplomatîk a Tirkiye-DYA ve, li Tirkiyeyê tê li darxistin.

Civîna duyem a çalakîya sînemayê di meha Mijdarê de destpê bike ku dê li ser mijarên çêkirin û bazargerîya fîlman bixebite.

Ji bo agahî û serîlêdan: m2filmlab.com

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: