Ma exlaqî ye ku meriv nikaribe laşê zarokek mirî bibîne ?
Nivîs: Dîlek Durgun
Ev demeke dirêj e ez qet fîlmên ku ji aliyê derhênerên Tirkiyê ve hatine kişandin temaşe nakim. Sedem çi ye ez jî nizanim lê dikim nakim qet tehma ku ji fîlmên biyanî digrim ji fîlmên wan nagrim. Çend roj berê min li ser sepana Netflix’ê li fîlma mêze dikir. Tişteke bala min bikşîne tunebû lê min dît ku li ser platformên medya civakî gelek kes behsa fîlmê ‘DERÎ’ dike, dibêjin wisa xweş e, wisa dîrokî ye, nizam lîstikvan bi zimanê suryaniyan diaxivin filan û bêvan.. Min dît ku gelek kesa pesnê fîlm daye min got de ez ê jî temaşe bikim, bê ka heqîqeten ew qas xweş e yan me dîsa bajarekî xwe di fîlm de dîtiye û em dixwazin ji bo xatirê vê bajarê Kurdistanê fîlm hildin ser serê xwe ?
Fîlm behsa Suryanîyên Xiristiyan yên ku li Mêrdînê jîyîyane û ji ber êrişên oldarî mala xwe barkirine Almanya yê dike.
Malbat koça xwe dibe Berlînê lêbelê hişê wan hê jî li ser kûrê wanê ku berî 25 sal berê winda bûye ye. Rojek ji rojên agahiyeke digrin û ew êşa wan a 25 salan ji nu ve diwelide. Li gor agahiyan kûrê wan 25 sal berê di bîreke de hatiye fetisandin û hestiyên ku ji wir derketine dibe ku yên wî be, dê û bavê wî ji bona lihevhatina DNA’yê radibin diçin Mêrdîn’ê.. Dema Yaqub û Şemsa vedigerin welat hemû bîranîn û êşên wan ji nû ve hişyar dibin. Şeva ku tên Mêrdînê Keşayê Dêra Deyrul Zeferanê ku ew jî Suryaniyekî Xiristiyan e, wan li dêrê dike mêvan, jixwe keşe jî rêhevalê wan ê berê ye.
Dema Yaqub bîranîn xwe yî mal û malbata xwe tîne berçavê xwe gelek xemgîn dibe û dikeve nav fikrên kûr û dûr. Yaqub û hevsera wî Şemsa dixwazin mala xwe ya ku ji ber sedemên nebaş terikandine zîyaret bikin. Dema tên ber mala xwe dibînin ku tu tiştek jê nemaye her wiha li der û dor jî tiştek di derbarê bîr û baweriya wan de nemaye. Ne zineata sifir û zêren Ermeniyan hiştine ne jî necariya Suryaniyan. Çi berhemên ku ji wan mane hene hatine texrîb kirin û winda kirin. Ev dîmen bandoreke pir xemgîn li ser Şemsa û Yaqûb dike. Lê herî zêde Yaqûb li ber vê rewşê dikeve. Çimkî derîyê ku keda kûrê wî lê bûye ne li cîhê xwe ye û ne xûya ye jî.
Yaqûb dikeve ser şopa ‘derî’ ye xwe. Ji gundiyan dipirse: ‘gelo hûn nizanin çi ji derîyê min bû ? kê/î çima biriye ?’ Şivan behsa yekî dike navê wî Remzî ye. Remzî her çi berhemên bi qîmet, kevnar û bi hûner hene berhev dike û dibe difroşe entîkefiroşa. Yaqûb, Remzî dibîne û hesabê deriye xwe jê dipirse. Lê derî ne tê bîra wî û ne jî dizane li ku ye.. Jixwe ne tenê Remzî gelek kes mal û milkên ku ji Suryanî û Ermeniyan mane talan dikin. Li gor baweriya Mislimaniya ku bi xwe dane qebûl kirin ev tiştan jixwe re helal dibînin. Heta ne tenê derîyên text, kevirên bi nexş, dest didin ser zêvîyên wan jî. Gelek kesên ku ji ber sedemên olî ji warên xwe bûne dema vedigerin dibînin ku ne erd ma ye ne mal ! Her kesî tiştek jixwe re kiriye par .. Heyff !
Piştî ku Yaqûb van tişta dibihîze gelek xemgîn dibe. Lê ji yeka xwe nayê xwarê, bi israr û hewildaneke xurt li pey şopa derîyê xwe dikeve. Remzî wî dibe Qeyserîyê cîhê entikefiroşa. Lê derî ne li wir e. Remzî ev hewildane wî tewş dibîne lê Yaqûb bi hêrs derîyê xwe pênase dike;
‘Ew derî ked û bîranîna kûrê min bû! Ew dilopên li ser derîyê min, xwîdana kûrê min ê ku ev 25 salê ku nikarim bêhn bikim e, ew dara jiyanê ku li ser deriyê min e şaxê wî şikestiye êdî, ew kevokên ku li ser derîyê min bû tune êdî! Çimkî em ji mal û milkên xwe, ji welatê xwe bûn ! ’
Ji ber vê yekê divê tu vî derîyê bibînî !
Entîkefiroşê Qeyserîyê navnîşaneke li Stenbolê dide wan, ji ber ku ew kes deriyên ku bi hostetiyê hatine hunandin difroşe pêşengeha. Entîkefîroşê li Stenbolê ji wan dipirse ka ev derî bi çi şikl û şêwaz e. Yaqûb bi xemgînî û kelecanî behsa motîfên li ser deriyê xwe dike. Derî tê bîra entîkefîroş lê ew derî êdî ne li cem wî ye, hatiye firotan. Yaqûb navnişana cîhê deriyê xwe dixwaze lê entîkefîroş nabêje. Dibêje ‘ev tişt ne etîk e’ li vir diyalogeke bêhempa derbas dibe. Yaqûb hemû neheqiyên ku li ser wan hatiye kirin careke de bi awayekî dilzîz tîne ser ziman.
‘ Etîk buyîn çi ye ? Ciwanên ku bê sedem têne kûştin etîk e ? Mirov li cîhê ku bijî û li wir bibe xerîb e etîk? Tu carî tûnebûyina welatekî ye etîk ? Ji bîr kirina zimanê xwe ye etîk ? Bendemayîna dayîkek ku kûrê wî miriye ye etîk ? Gelo, hêvîya 25 sal şunde vegere kûrê dayiyekeke etîk ? Ma exlaqî ye ku meriv nikaribe laşê zarokek mirî bibîne ? Çi ye etîk ? ’
Ev hevok di nav xwe de hemû êşên me yî hevpar dihewîne.
Ji vir şûnde hûn temaşe bikin. Bi rastî jî fîlmeke muezam e. Hûn ê têr bigrîn, dûre jî têr biponijin..
Dîroka Weşanê: 9ê Gûlana 2019an
Navê Fîlm: DERÎ
Derhêner: Nîhat DÛRAK
Lîstikvanên Sereke: Kadîr Înanir, Vahîde Perçîn, Erdal Beşîkçîoglu, Aybuke Pusat
Senaryo: Filiz USTUN DÛRAK
CÎH: Almanya, Mêrdîn
Platform: NETFLİX
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com