Malbata “Kevirên Çeqmaqîn” dîsa tê

Kartonfîlmê bi navê “The Flintstones” (Kevirên Çeqmaqîn) kartonfîlmekî DYA’yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) bû ku di salên 1950’yan de ji aliyê Hanna-Barbera Productions ve hat sazkirin. Kartonfîlm di navbera salên 1960-66’an de li DYA’yê di dema “prime time” di kanala ABC de hat nîşandayîn. Beşa wê ya yekemîn di 30’yê rezbera 1960’î, beşa dawî di 1’ê avrêla 1966’an de hat nîşandayîn. Paşê li gelek welatan bi gelek zimanan hat nîşandayîn. Niha hat ragihandin ku dê karakterên kartonfîlmê “The Flintstones” bêne bikaranîn û rêzefîlmekî anîmasyonî bê amadekirin.

Warner Bros. Animation û Brownstone Productions hatin ba hev û bi hev re dê vê xebatê bigirin ser milên xwe. Hê nehatiye gotin dê kîjan kanal vê biweşîne lê hat gotin ku di dema prime time (saeta ku televîzyon herî zêde tê temaşekirin: 20.00-23.00) de bê weşandin.

Di kartonfîlmî de malbatek bi navê “Kevirên Çeqmaqîn” hebû loma navê xwe ji wir girtiye. Li  Tirkiyeyê bi navê “Taş Devri” (Serdema Kevir) hatibû wergerandin û bi tirkî hatibû weşandin.

Ev kartonfîlm berê wekî fîlm jî hatibû kişandin û li sînemayan hatibû nîşandayîn.

Çavkanî: www.Diyarname.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir